Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat rêûresima newrozê lidairxist

12:25 - 21 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi armanca pêşwazîkirin li sersala nû û hatina newrozê, cejneke taybet, li kempên wekî, Azadî û Cejnîkanê lidarxistin.

Êvariya roja Çarşemî 29`ê Reşemehê, rêûresma Newrozê, li kempa Azadî hate lidarxistin û agirê newrozê a sersala nû hate hilkirin û Dîlana Azadiyî bo piştevanîkirrin li govendgirên azadiyî li bajar hate lidar xistin.

Rêûresim bi gotina strana “Ev roja sala Nû a Newrozê hat”, ji aliyê hûnermend “Xolam Fatihî” destpêkir, û Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê, PDKÎ, peyamek bi boneya destpêkirina sala nû rol li xelkê Kurdistanê belavkir, û piştre helbesta bi navê, “Reşbeleka Çiya û Bajar”, ji aliyê pêşmergê PDKÎ “Cemal Fethî” hate xwendin.

Piştire bi xwendina sirûda “Newroz”ê ji aliyê hûnermend “Xolam Fathî”, rêûresm baştir xemlandibûn, û di berdewamiya rêûresmê de, çend korên dîlanê ji aliyê girûpa Dîlanê ya bi navê “Kurdistan” hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, agirê Newrozê ji aliyê Lêpirsyarê Giştî  yê PDKÎ,”Mistefa Hicrî” û “Peyman Qelîc” hevjîna şehîd Şehab Heyderî û “Çînî Minberî” hevjîna şehîd “Mam Ekber Mênbrî” hate hilkirin, û di dawiya rêûresimê de, kadr, pêşmerge, endam û mêhvanan, rêûresm bi şahî û govendê xemlandin.

Hevdem, her di vê derheqê de, hejmarek endamên rêberî, kadr, pêşmerge, malbat û mêhvanan, li kempa Cejnîkanê jî, agirê newrozê hate hilkirin.

 Di vê rêûresmê de, agirê newrozê,  ji aliyê “Sidîq Dêhqan”, kadrê PDKÎ hate hilkirin.

Piştî hilkirina agirê newrozê, amadebûyan  ev rêûresm bi lidarxistina şahî û dîlanê, dawî pê anîn.