Şandeke Pêwendiyên Kurdistanê ya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê, serdana Partiya Kirêkaran û Rencderan a Kurdistanê kir.
Roja derbasbûyî, rêketa 12`ê Rêbendanê, bi hilkefta 25`emîn salvegera avabûna Partiya Kirêkaran û Rencderan a Kurdistanê, şandeke Pêwendiyên Kurdistanê ya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê bi serpereştiya “Mihemedsalih Qadirî”, serdana wê Partiyê kir.
Şanda Partiya Demokrat ji aliyê “Bapîr Kamela”, Sekreterê Partiya Kirêkaran û Rencberan a Kurdistanê û endamê Serkirdayetiya wê Partiyê ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê dîdarê de, “Mihemedsalih Qadirî” bi nûneratiya PDKÎ, pîrozbahiya 25`emîn salvegera avabûna Partiya Kirêkaran û Rencderan a Kurdistanê kir, û tevî bilindnirxandina hev helwestiyên her du aliyan li pêwendî digel pirsên netewî û nîştimanî, pêdagirî li berdewamiya pêwendiyên dostane û hevkariya navbera wan de hate kirin.