Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civîyan

18:46 - 24 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şandekî Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ li bajarê Silêmaniyê, serdana Mekteba pêwendiyên Kurdistanî ên Yekîtiya Nîştimanî ên Kurdistanê kir.

Roja Yekşemî 2`ê Pûşpera 1398`an (23`ê Hezîrana 2019`an), Şandekî Pêwendiyên Kurdistanî ên PDKÎ bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê Pêwendiyê Kurdistanî, digel “Îsmaîl Rehmanî” nûnerê PDKÎ li bajarê Silêmaniyê, serdana Mekteba Pêwendiyên Kurdistanî ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kir, û ji aliyê hey`eta Yekîtiya Nîştimanî bi serperestiya Mamoste “Îkram Elî,” endamê Serkiradayetî û lêpirsiyarê Mekteba pêwendiyên Kurdistanî ê Yekîtiya Nîştimanî ve pêşvazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de, herdu alî li ser rewşa dever û arîşeyên siyasî ên girêdayî bi hereketên Kurd di Başûr û Rojhilata Kurdistanê de, û hevpêwendî û piştevaniya hêzên Nîştimanî ên Kurdistan, bo çawahiya reftar û rûberûbûn digel pêşhateyan bi hevce zanîn. Û herwisa Girîngiya jihevfêmkirin û hevrêziyê li navbera hêzên siyasî bo parastina destkevtên neteweyî li rastaya berjwendiyên xelkê Kurdistanê bi hevce zanîn.

Di dawiya civînê de, herdu aliyan tekez li ser pêwendiyên dustane di navbera herdu aliyan de kirin.