
Roja Duşemî rêkefta 23ê Reşemeya 1400an a Rojî, heyeta Partiya Demokrat a Pêşveroya Kurd li Sûriyê bi berpirsayetiya endamê Mekteba Siyasî û Nûnerê Partiya Pêşvero li herêma Kurdistanê“Elî Şemdîn”, serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.
Ew heyet ji aliyê heyetek a PDKÎyê ve bi berpirsiyaretiya Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicirî” pêşwazî jê hate kirin.
Di wê dîdarê de bi awayekê hûr rewşa Kurd li her du aliyên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hate gengeşekirin û bas ji bandora pirisgirêkên hevparên siyasî û derfet û gefên wan li ser pirsa Kurd hate kirin.
Her du alî tevî pêdegirî li ser yekîtî û yekgotariya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê tevî parastina serbixweyiya siyasî ya her alî û hêzekê li her aliyek Kurdistanê, tekezî li ser berdewamkirina pêwendiya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Pêşveroya Kurd li Sûriyê kirin.