Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Kirêkaran û Rencderên Kurdstanê 25ê Gelawêjê pîroz kirin

12:24 - 16 Tebax 2021

Partiya Kirêkaran û Rencderên Kurdistanê bi hilkefta 76`emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyama pîrozbahiyê bo Hizbê şand.

Partiya Kirêkaran û Rencderên Kurdistanê tevî pirozkirina 76`emîn salvegera avakirina Hizbê daye zanî: “Hizba Demokrat di demeke dîrokî û pir ji şanazî de hate avakirin ku bo wê demê destkevteke girîng bo rêkxistina tax û qatên civatgehê û xirkirina wan di çarçêveya Hizbeke pêşkevtî de bû, û di heman demê de hêviyek û çirayeke geş bo tev parçên dinê û nemaze bo Başûrê Kurdistanê bû”.

Partiya Kirêkaran û Rencderên Kurdistanê  di beşeke din a peyamê de daye zanîn: “Em hêvîdar in ku hevahengî û hevkariyek di çarçêveya setratejiyên hevpar di navbera partî û aliyên din ên Rojhilatê Kurdistanê de ber bi pêş ve biçe û her kar û erkek ku ji aliyê me ve bo qahîmkirina pêwendiyên navbera me de hebe em amade ne”.