Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Sosiyalîst a Kurdistan û PDKÎ civiyan

19:23 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Sosiyalîst a Kurdistanê ”PSK” serdana PDKÎ kir û li ser çend pirsên derheq  rewşa Kurd bi taybet hilbijardinên Kurdistana Bakûr û Tirkiyê nîqaş kirin.

Roja Pêçşemî, rêkefta 15`ê Xakelêweya 1398`an(4`ê Nîsana 2019`an)  şandeke Partiya Sosiyalîst a Kurdistan(PSK)ê bi serokatiya “Mes`ûd Tek”, serokê giştî yê “PSK”ê serdana PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ pêşwazî jê van hate kirin.

Di vê civînê de, di destpêkê de, “Mes`ûd Tek” tevî pêşwazîkirina germ a PDKÎ, axavtinek derheq rewşa siyasî a Kurdistana Bakûr û dawîn encamên hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê pêşkêş kir, û beşên cuda yên vê mijarê dane ber hev.

Piştire Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, basek derheq rewşa  Îran û herêm û Rasana Rojhilat pêşkêşî amadebûiyan kir.

Herwisa di vê hevdîtinê de, du aliyan tevî pêdagîrîkirina li ser parastina berjewendiyên neteweya Kurd di hemû parçên Kurdistan û hewcehiya ber bi pêşvebirina alîkarî û hevahengiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê, û pêwendiyên dostane û bihêzkirina navbera du aliyan bilind nirxandin.