
Kurdistanmedia: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, derheq bombebarana mûşkî a rejîma Îranê ya bo ser binke û baregehên PDKÎ ya li bajarê Koyê, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
“Dengê xwe li Dijî êrîşa Îranê bilind bike
rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ku herroj Kurdekê darve dike û herroj devera tixuba Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dide ber topan, roja 8`ê Îlonê, êrîş kiriye li ser baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, yên li bajarê Koyê.
rejîma Îranê, ku nikare pêşiya Rasan, xebata gelên Îranê ya demokrasî û azadiyê bigre, nikare bi êrîşa bo ser baregehên Pêşmerge li Kurdistana Başurê seribikeve.
“Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK”, ku hertim piştgirê gel û Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilatê ye, êrîşa dawî ya rejîma Îranê bi tundî mehkum dike.
PSK daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên welatparêz yên Başûr û partî û saziyên seranserê Kurdistan û diyasporayê dike, ku dengê xwe dijî êrîşa Îranê bilind bikin
PSK daxwaz ji koma milletan û sazî û dezigeyên mirovdost dike, ku pêşiya êrîşa rejîma Îranê bigrin.
08 Îlona 2018
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan