Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kongira xwe ya 2`emîn lidar xist

12:39 - 4 Adar 2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê kongereya xwe ya asayî lidarxist.

PSKê roja 29`ê Şibat a 2020`an, bi amadebûna endamên serokatî û Serokê Partiyê û nûnerên hilbijartî di nava endamên wê Partiyê li derve û Bakurê Kurdistanê de bi rê ve çû.

Kongreya 2`emîn a PSKê ku bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bi danana alaya Kurdistanê, li Enqerê pêk hat, di kongreyê de serokê gîstî û endamên organên din yên partiyê bi yekdengî hatin hilbijartinê.

Careke dinê rêzdar “Mesud Tek” wekî Serokê Giştî yê wê Partiyê bi piraniya dengan hate hilbijartin.

Di Kongira 2`emîn a PSKê de, pirsên siyasî û rewşa gelê kurd bi hûrî hate nîqaşkirin.

Di Kongira PSKê de, tekezî hate kirin ku xebata gelê kurd bona gihîştin bi mafê netewî û rizgariyê di her çar perçên Kurdistanê de berdewam e, û siyaseta dewletên navçe ya tepeserkirina gelê Kurd têkçûye. Tundûtîjî û gef xwarin ji kurdan, nikare rastiya heyî, veşêre. Îro gelê Kurd giştî ji vê rastiyê têgihiştine û zirufa serketina Kurdan roj bi roj kamil dibe.

PSKê di daxuyaniya dawîpêhatina kongira xwe de, di çend xalan de, helwesta xwe û hêla siyasî ya xwe wiha da zanîn:

Di rewşa îro de, divê di her parçeyê de tifaqa bi hêz a netewî û demokratîk bê avakirin.

Divê tifaqa netewî û demokratîk a her perçeyî li ser bingeheke hevpar bê avakirin.

Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi stratejiya hevbeş a seranserê Kurdistanê heye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, bona cî bi cî kirina erkên netewî yên xwe dê berdewam hewl bide.