Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîst ya Kurdistan-Bakûr, serdana PDKÎ kir

17:22 - 11 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Partiya Sosyalîst ya Kurdistan-Bakûr, digel PDKÎ, rewşa Kurd li Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê gengeşe kir.

Roja Şemî 18`ê Xezelwerê, şandeke Partiya Sosyalîst ya Kurdistan -Bakûr bi serpereştiya “Mesûd Tek”, serdana mekteba Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir, û ji aliyê hiyeteke PDKÎ ve bi serpereştiya “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ve pêşvazî ji wan hate kirin.

“Mesûd Tek” tevî spasîkirin li pêşvaziya Partiya Demokrat, baseke siyasî li ser xebata Bakûrê Kurdistanê û siyaseta dewleta Tirkiyê li hemberî Kur di wê para Kurdistanê de, û herwisa êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û helwesta welatên deverê, Ewropa û Amerîka di vê derheqê de, pêşkêş kir.

Piştre Lêpirsyarê Giştî basek li ser xebata Rojhilatê Kurdisatnê, Îran û mudaxilekirina rejîma Îranê li welatên deverê û berfirehkirina siyaseta fitnane di wan welatên ku nifûz tê de heye, pêşkêş kir.

Di dawiyê de herdu alî li ser dustatiya di navbera wan cext kirin.