Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Veten: Dibe peykerê Seyîd Rêza ji nav bajarê Dêrsimê de bê rakirin

12:04 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Partiya Veten a Tirkiyê, bi merema rakirina peykerê Şehîd Seyîd Riza Dêrsîmî ji meydana bajarê Dersîmê (Tûncelî), bi fermî daxwaza rakirina peykerê Seyîd Riza ji Şaredar û Parêzgarê Dêrsimê kir.

Pêka nûçên belavbûyî, Partiya Veten a Tirkiyê (Ana Watan Partisî), bi fermî daxwaziya xwe li derheq rakirina peykerê “Seyîd Riza”, radestê Şaredarê Dersîmê û herwiha parêzgarê parêzgeha Dêrsimê kiriye.

Peykerê “Seyîd Riza Dersimî”, di sala 2010`an de ji aliyê Şaredarê wî bajarî ve ku girêdayê (HDP)ê bû, di navenda bajarê Dêrsimê de hatibû danîn, berpirsên Partiya Veten a Tirkiyê tevî daxwaza rakirina peykera Seyîd Riza, daxwaza guhertina navên hemû meydan, şeqam û kolanên Dêrsimê ku bi navê Seyîd Riza hatine navdêrkirin, ji Şaredarê Dêrsimê kirine.

“Seyîd Riza Dêrsimî” (1862-1937) yekek ji rêberên şoreşa Dêrsimê, bi komkirina serok hozên wî demî, yekîtiyek ava kir, lê di civîna digel berpirsên hikûmeta Tirkiyê de, li ser masê diyalogê, hate desteserkirin û tevî neyasayîbuna bi sêdaredan wî bi hegera temenê wî, di 15`ê Çirya Paşîn de hate îdamkirin.