Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyê Siyasî ên Kurd Sêdaredana Mistefa Selîmî Şermezar dikin

12:44 - 14 Nîsan 2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ( PSK ) û Partiya Azadî a Kurdistan ê ( PAK) heçî kîjanê bi cuda li derheq Êdama Mistefa Selîmî , bi belavkirina daxûyaniyan, Cînayetên Rejîma Îranê şermezar kirin.

Di parek ji daxûyaniya Partiya Sosyalîst de hatiye: Rejîma Îran ê ji ber ku xortên Kurd û her kesên ku daxwaza mafên xwe dikin, bi darvedike.

Destê Rejîma Îranê carekî dinê bi xwîna xortê Kurd sor bû. Rejaîma Îran xortê Kurd bi navê Mistefa Selîmî, ku 17 salan di zindanê da bûye û ji tevliheviya Corana mifah vergitiye, reviye û xwe gihandiye tixubê Kurdistana Başurê, sêdara da.

Bi gor nuçeyên, ku di medyayê Kurdî da cî girtiye, Mistefa Selîmî li ser tixubê ji aliyê hêzên asayişê ve hatiye girtin û asayiş teslîmê Îranê kiriye û rejîma Îranê jî paş rojekê ev xortê Kurd îdam kiriye.

Em carekî dinê rejima Îranê bi hegera sêdaredana xortên Kurd mehkum dikin.

Em banga Hikumeta Herêmê dikin, bûyera hanê bo raya giştî zelal bike.

Di parek ji daxûyaniya Partiya Azadî a Kurdistan ê ( PAK ) de jî hatiye: Mistefa Selîmî  piştî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye , kê bi çi sebebê û bi çi awayî, ev teslîmî Rejîma Îranê kiribe,  em wan bi tûndî şermezar dikin.  Herwisa em jiber darvekirina Mistefa Selîmî Dewleta  Îranê şermezar dikin dikin.