Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyên dijberî rejîma Îranê êrîşa Îranê li ser PDKÎyê şermezar kirin

12:16 - 12 Îlon 2021

Piştî êrîşa roja Pêncşemî 18ê Xermananê ku ji aliyê rejîma Îranê bi balafirên bê pîlot û xweteqîner bo ser sînorên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kiribûn du partî ên li dijî rejîma Îranê “Mucahidînê Xeliq” û bereya erebî ya“El-Ehwaz”ê ew êrîş şermezar kirin.

Rêberê Saziya “Mucahidînê Xeliq” “Mesud Recewî” û avakerê bereya erebî ya “El-Ehwaz” “Mehmûd Beşar El-Keibî” li derheq êrîşên rejîma Îranê bo ser Partiya Deomkrat a Kurdistana Îranê li ser sînorên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin û di vê daxuyaniyê de bas ji cinayetên rejîma Îranê bo ser netewa kurd hatiye kirin û ragihandine ku netewa Kurd li derheq wê kiriyara rejîmê nabe bêdeng be û em wan êrîşên rejîma Kurdkuj bo ser birayên me yên Kurd şermezar dikin û xwe bi piştîwanê netewa Kurd dizanin.

Rejîma Îranê bi bombebarankirina çiyayên Kurdistanê xisareke zêde bi jîngeha wan deverên bombebarankirî xistiye û li ser torên cîvakî de jî mencek ji şermezarkirina wê kiryara rejîma Îslamiya Îranê ji aliyê bikarhêneran ve bi rê ve diçe.