Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşayê Erebistanê, bûna rêjîma Îranê wekî gefeke mezin li ser deverê zanî

11:51 - 20 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Paşayê Erebistana Se`ûdî got: Rêjîma Îranê bi piştgîriya ji terorîzmê, destêwerdanê di nava welatê din da dike.

Di nava merasima vekirina gera nû ya Meclisa Şêvra Erebistana Se`ûdiyê da, “Melik Selman bin Ebdulezîz” di axivtinekê da piştî basên peywendîdar bi vê meclisê, bi taybetî çû ser basa rêjîma Îranê, û got: Rêjîma Îranê gefeke mezin e, û piştîvaniyê ji terorîzmê dike, û destêwerdanê di nava welatên deverê da dike, û bernama nuklerî ya Îranê, gefeke mezin e bo ser hemî cîhanê.

Melik Selman herwiha got: Rêjîma Îranê bi piştgîriya girûpên terorîstî, dixwaze di deverê de alozî û bêserûberiyê zêde bike.

Paşayê Erebistanê got: Hewce ye ku civaka navdewletî berahîka Îranê bigere, û nehêle rêjîmeke hankî şiltax bi dirêjîdan bi bernama Etomî ya xwe, û bi piştîvanî ji terorîzmê û destêwerdana di welatan da, derbê li ewlehiya cîhanê bide .