Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdar “Mihemed Pakpûr”ê terorîst gef li Herêma Kurdistanê xwar

17:08 - 29 Îlon 2021

Fermandeyê hêza Bejayî ya Spaha Pasdaran “Mihemed Pakpûr”ê terorîst di kombûna caş û bi kirêgirtiyan  de gef li Herêma Kurdistanê xwariye ku dê êrîşî ser Herêma Kurdistanê bike.

Wî terorîstê rejêmê di kombûnê de tirsa xwe li çalakiyên Partiyên Kurdan neveşartiye û gefa ji navbirîna binkeyên wan kiriye.

Wî terorîstî basa vê yekê jî kiriye ku di qirkirina xelkê Kurdistanê de li sala 1358an li bajarê Sinê, rol hebûye û xelkê sivîl kuştiye.

Di 18ê meha Xermanana îsla de, Spaha Pasdaran a terorîst, bi top, katiyûşa û dirûnên xweteqîner êrîşî li ser axa Kurdistanê û binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê kiribû.

Di wî şerî de, Hêza Pêşmergê Kurdistanê, 4 dironên Spaha Pasdaran xistibûne xwarê.