Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdar Murteza Emînpûr di serkuta xelkê de dest hebûye

13:13 - 6 Nîsan 2021

Roja Duşemî 5ê Nîsanê, demjimêr 3:30 xulek a paşnîvro, yek ji endamên Spaha Pasdaran yê bi navê “Murteza Emînpûr” ku pileya Sehengî hebû, li Bokanê hate kuştin.

Navbirî di bin pira “Kose” ya bajarê Bokanê de hatiye kuştin.

Navbirî xelkê bajarê “Sayîn Qela”yê bû ku, di binkeye sereke ya Spaha Pasdaran a li rêya bendavê de jî kar kiriye.

Navbirî dest di azardana xelkê de hebû û pêka zaniyariyan, kuştina wî endamê Spahê dizavire li ser pirsgirêgên di navbera karbidestên rejîmê li fermandariya Bokanê.

“Murteza Emînpûr” Cihgirê Îtila`ata Spaha Bokanê bûye.

Hin çavkaniyên nefermî dane zanîn ku, wî kesî xwe kuştiye.

Pasdar “Murteza Emînpûr” kurê kesek yê bi navê “Behram” e û jidayîkbûyê gundê “Mehmûd Cix” ê girêdayê bajarê “Sayîn Qela”yê ye.

Yek ji karên wî Pasdarî, rêkxistina lat û çeqûkêşên Bokanê bû, bavê wî Pasdarî ku hatûçûya Herêma Kurdistanê jî dike, Cihgirê Parastina Îtila`ata Spaha Bokanê bûye.