Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdar “Qaanî” daxwaz ji Hizbullahê kiriye ku Îsraîliyan han nedin

16:45 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Rojnameya Lubnanî ya bi navê “Luriyan Lo Jor” daye zanîn: “Fermandeyê Spaha Quds a terorîst, “Îsmaîl Qaanî” li sefereke nehênî bo Lubnanê, digel rêberê “Hizbullah”a Lubnanê “Hesen Nesrullah”, hevdîtinek hebûye û daxawz jê kiriye ku di wê qonaxa hestiyar de, Îsraîlê han nedin”.

Hewisa pêka rojnameya “Luriyan Lo Jor”, “Qaanî “ di vê hevdîtinê de digel berpirsên Hizbullahê li ser wê yekê tekezî kiriye ku dest bi ti karekî nedin ku Îsraîlê han bide ku opresiyonên berfireh yên leşkerî cî bi cî bike.

Piştî kuştina “Muhsin Fexrîzade” berpirsên rejîma Îranê dewleta Îsraîlê bi kuştina “Fexrîzade” tohmetbar kiribûn ku ew nigeranî xistiye deverê.

Kuştina “Fexrîzade”, karlêkeriyekî kûr li ser morala milîsên Hizbullah û alîgirên wê daniye.

Di vê derheqê de, Kovara “Taymz a Îsraîl”ê gotiye: “Li derheq ewlehiya “Hesen Nesrullah” di navbera milîsên Hizbullahê de, nigeraniyeke kûr peyda bûye, lewma rêberê Hizbullahê ji cihê xwe dernakeve û naçe ti ciheke din.