Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdar Selamî gefên tund li welatên Erebî xwar

11:01 - 9 Şibat 2021

Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst bi îşarekirin bi pêwendiya welatên Erebî digel Îsraîlê, bi awayekî gefxwarin huşdarî da wan welatan û got ev zevaceke nemubarek e.

Pasdarê terorîst Husên Selamî, duh roja Duşemî 9`ê Şibatê, bi awayekî tund gef li welatên Erebî yên ku pêwendiyên xwe digel Îsarîlê asayî kiribûn got: “Ez dibêjme wan digel Sehûnîstan zêde neçine pêş, ev zevaceke nemubarek e ku we her duyan li ser lêva agir dadinê, Misilman rêkkevtineke wiha ji hakimên xwe qebûl nakin”.

Axavtinê terorîst pasdar Selamî di halekê de ye ku, Îsraîlê heta niha pêwendiya xwe digel çendîn welatên Erebî yên mîna Îmarat, Behrên, Merakiş, Sûdan, Botan û Kozowo asayî kiriye.

Herwisa di berdewamiyê de Pasdar Selamî got: “Em dibêjine Amerîkayê ku we di meydana givaş li dijî Îranê de şikest xwariye, siyaseta şikestxwariya xwe nedomînin”.

Siyaseta givaşî a Amerîkayê ya li dijî rejîma Îranê ji dema hatina derê a Amerîkayê ji rêkkevtina Bercamê heta niha, rewşa aboriya Îranê bi tundî lawaz kiriye.

Berê jî “Bloomberg”ê derheq siyaseta givaşî nivîsîbû: “Mezintirîn bandora siyaseta “Trump” li dijî Îranê, daketina nirxa perê Îranê ku heta %80 daketiye, enflasyon û bilindbûna nirxa şewatê û milyonan kes di Îranê de bo jêr hêla hejarî li pey xwe anî”.

Rejîma Îranê bi gefxwarina welatên Erebî û Amerîka, nikare ti derdeke xelkê Îranê çareser bike û tenê hêla hejarî di Îranê de zêde dike.