Pasdarê terorîst “Husên Selamî” bi gotinên wehmî îdia kiriye ku “Îran rikeberê Amerîkayê ye û ev Îran e ku Amerîkayê bi rê ve dibe”.
Fermandeyê Giştî yê Spaha Pasdaran, “Husên Selamî” yê terorîst tevî vê ku piştrast kiriye ku piştevaniya Hizbullaha Lubnanê dike daye zanîn: “Em di bin dorpêçan de ne û dema ku em dixwazin givaşên aborî yên li ser Lubnanê kêmtir bikin, dujmin nikere gemiyên me bike armanc û ev Îran e ku Amerîkayê bi rê ve dibe”!
Axavtinên Pasdara Selamî di halekê de ye ku du roj berî niha Pasdar Elîriza Tengsîrî, Fermandê Hêzên Deriyayî yên Spaha Pasdaran piştrast kiribû ku 9 avjenên Spaha Pasdaran di pevçûnên digel hêzên Amerîkayê li kendavê hatine kuştin.
Eva vê yekê îsbat dike ku rejîm ji hemû aliyekê ve ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dorpêçkirin û terorîstên rejîmê jî tenê bi axavtin xwe nîşan didin.