Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst bû bi parêzgarê Kirmaşanê

17:01 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Pasdar “Behmen Emîrî moqeddem” ku çendîn pile û postên Spaha Pasdaran a terorîst hebûne ji aliyê kabîneya Reîsî ve wek Parêzgarê Kirmaşanê hatiye danîn.

Di kabîneya “Îbrahîm Reîsî” de û bi pêşniyara Wezîrê Hundir ê rejîmê, endamê Spaha Pasdaran a terorîst ê bi navê “Behmen Emîrî Mogeddem” ku çendîn post û pileyên leşkerî di wê hêza terorîstî de hebûne wek Parêzgarê Kirmaşanê diyarî kirine.

Pasdarê terorîst “Behmen Amîrî Moqeddem”, heyama şerê Îran-Îraqê berpirsê Stada Spaha Kirmaşanê û piştre Cihgirê Stada Giştî ya Endazyariya Spaha Pasdaran bûye û herwisa fermandeyê hêza întizamiya parêzgehên Gîlan û Xurasanê û birêveberê giştî yê welatiyên biyanî yê Wezareta Hundir a rejîma Îranê bûye.

Rejîma Îranê bi anîneserkar a endamên Spaha Pasdaran a terorîst, hewla yekdestkirin û yekrengkirina desthilatê û herwisa qurixkirina sîstema birêveberiyê bo Spaha Pasdaran dide.

Bi wî awayî, Spaha Pasdaran a terorîst pêngav bi pêngav postên, birêveberî, dadwerî û yasadanînê bo kesên girêdayê xwe terxan dike û bi ti pirsgirêkek an nerazîbûnekê wî welatî talan dike û bo armancên xwe ên wehmî li dijî jiyanê xerc dike.