Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst gotiye ku dê Amerîkayê li deverê derxînin!

16:36 - 22 Îlon 2021

Fermandeyê Hêza Esmaniya Spaha Pasdaran “Emîrelî Hacîzade” ê terorîst tevî îdiakirina vê yekê ku dê Amerîkayê ji deverê derxînin gotiye: “Îsraîl divê li Amerîka,Alaska an Ewrûpayê li pey cîheke jiyanê bigere”!!!

Îro roja Çarşemî 31`ê Xemananê, fermandê hêza hewayî ya spaha pasdaran a terorîst “Emîrelî Hacîzade” ku yek ji tawanbarên bingehîn yê lêdana mûşekan bi balafira rêvîngiya Ukraynê ye ku bû sedema canjidestdana 176 kesan, îdia kiriye ku: “Piştî kuştina Qasim Suleymanî, me soz da ku em Amerîkayê ji herêmê derbixin, û Îsraîl jî dive li Amerîka yan Ewrûpayê li pey cîhekê bo jiyanê bigere”!!!

Berpirsên rejîma Îranê tim gefan li Îsraîlê dixwin ku Îsraîlê ji nav bibin û bi piştevaniîkirin ji girûpên girêdayê xwe li Lubnan, Felestîn û Sûriyê tim hewla alozkirina ewlehî û aramiya Îsraîlê dane û heta niha nehiştine ku danûstandinên xelkê Felestînê digel Îsraîlê bigehne encamekê ku bikarin aşitiyeke hertimî di welatê xwe de cihgîr bikin.

Bernameya navkiya rejîma Îranê gefeke mezin li ser Îsraîlê ye û berpirsên Îsraîlê bi fermî ragihandine ku bi ti awayekî îznê nadin ku rejîma Îranê çeka navkî berhem bîne û çendîn caran navendên navkî ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatine teqandin.