Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst îtiraf kir ku 450 kes li xwenîşandana sala 1398an di Şîrazê de kuştine

13:13 - 8 Gulan 2021

Fermaneyê hêza întizamî yê parêzgeha Fars, pasdar “Roham Hebîbî” îtiraf kiriye ku bi tenê di bajarê Şîrazê de 450 kes li xwenîşanderên meha Xezelwera sala 1398an a Rojî hatine kuştin.

Pasdar “Roham Hebîbî” li hevpeyvîn digel malbateke qurbaniyê xwenîşandana meha Xezelwera sala 1398an de gotiye: “Me bi tenê di bajarê Şîrazê de 450 kes kuştine”. Herwisa pêka gotina 4 malbatên qurbaniyan li bajarê Şîrazê de, zêdetir ji 300 termên berketiyên gulleyan li nexweşxaneyên “Dina” û “Sedra” li Şîrazê dîtine.

Pêka gotina nûçegihaniya “Iran News”, di dema xwenîşandanan de 509 kesan hatin kuştin, renge aliyeke din ji kuştina xelkê Şîrazê bide xuya ku di taxa “Sedra” a bajarê Şîrazê de, hêzên rejîma Îranê bi helîkopteran êrîşî ser xwenîşanderan dikirin û gulle li ser wan direşandin.

Xwenîşandana meha Xezelwera sala 1398an yek ji bihêztirîn xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê li dijî rejîma Îranê bû û rejîma Îranê li derheq qurbaniyên wan xwenîşandanan de amarên çewt û cuda belav kirine.

Berê nûçegihaniya “Reuters”ê ragihandibû ku zêdetir ji 1500 kes li wê xwenîşandanê de hatine kuştin.

Rejîma Îranê bi hovanetirîn şêwazê xelk serkut kir û bi çekên sivik û giran gulle li ser xelkê reşandin û bi hezaran kes binçav kirin ku hejmareke wan îdam kirin, lê heta niha jî, amara kuştî, birîndar û bêserûşûnkiriyên wê xwenîşandanê rohn nebûye.