Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst ji Sûriyê derxistin

11:52 - 12 Çirriya paşîn 2021

Pasdar “Mistefa Cewad Xeffarî”ê cinayetkar ji aliyê rejîma Beşar Esed ve ji Sûriyê hate derxistin û pêka gotina çavkaniyên navnetewî, wî terorîstî xelkên sivîl ên çend deveran li Sûriyê qir kiriye.

Pêka gotina nûçeguhaniya “El-Erebiye”, di dema dorpêça bajarê Helebê de fermandeyekî Spaha Pasdaran a terorîst ê bi navê “Mistefa Cewad Xeffarî” ku ji aliyê xelkê Sûriyê ve bi “Qessabê Helebê” hatiye binavkirin bi sedema afirandina pirsgirêkên zêdetir bo rejîma Beşar Esed û afirandina fitneyan û herwisa bi tawana qirkirina xelkê sivîl ên devera “El-Qesîr” û gundên derdora Helebê ku Sunnî ne ji Sûriyê hatiye derxistin.

“Mistefa Cewad Xeffarî”ê terorîst li sala 2014an de ji aliyê pasdarê cinayetkar “Qasim Silêmanî” ve bo Sûriyê hatibû şandin û di wî heyamî de hemû core cinayet li derheq xelkê Sûriyê de kirine.

Pêka nûçeyên fermî ên belavbûyî, pasdar “Mistefa Cewad Xeffarî”ê cinayetkar bi sedema reftarên wî ên xweserane wekî kuştina hovane ya kesên sivîl ku bo rejîma Esded rûreşiyên zêdetir diafirand, ji aliyê rejîma Beşar Esed ve wekî binpêkirina serveriyadesthilata Sûriyê hatiye hisêb.

Herwisa “Mistefa Cewad Xeffarî” bi kiryarên xwe ên gemar rewşa Sûriyê aloztir kiribû û bo avakirina toreke qaçax, bazara reş ava kiribû û ew bazara reş û afirandina fitneyan bû rejîma Sûriyê bibû pirsgirêkek gelek micid, lewma ew pasdar ji Sûriyê derxistin.