Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst yê rejîma Îranê bi awayek cihê şik û gumanê hate kuştin

12:45 - 3 Hezîran 2022

Roja Duşemî 9ê Cozerdana sala 1401an a Rojî, pasdarekî Spaha Quds a terorîst ê bi navê “Elî Îsmaîlzade” li bajarê Kerecê, bi awayek cihê şik û gunamê hatiye kuştin.

Navbirî ji deraba mala xwe ve kevtiye xwarê, hatiye gotin ku Spaha Pasdaran ew kiryar encam daye.

Çavkaniyên girêdayî rejîmê ew nûçe red kirine û sedema mirîna wî pasdarî bi xwekujî û sedemên nerohn dane zanîn.

Heyamek berî niha jî pasdarê terorîst “Hesen Seyad Xudayî” ku yek ji fermandên payebilind ê Spaha Quds a terorîst bû, ji aliyê kesên nenaskirî ve li ber deriyê mala wî li bajarê Tehranê hate kuştin ku piştre Îsraîlê kuştina wî pasdarê terorîstî li stuyê xwe girt.

“Hesen Seyad Xudayî û Elî Îsmaîlzade” wekî endamên payebilind ên Spaha Pasdaran bûn ku li yekeya “840” a Spaha Pasdaran, xizmet bi rejîma Îranê dikirin.