Wezîrê Teblêxat yê Yemenê, “Muemmer Elriyanî” ragihandiye ku yekek ji piledarên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê yê bi navê “Heyder Sîrcan” digel 2 cihgirên wî û hejmarek ji milîsên “Hûsî” di êrîşa hêzên hevpeymanan de li devera “Serawih”a parêzgeha “Meirib”ê, hatiye kuştin.
Pasdar “Heyder Sîrcan” ê terorîst erkê perwerdekirina hêzên “Hûsî” li stuyê wî bû.
Herwisa “Elriyanî” gotiye: “Sîrcan heta 15ê meha Cozerdanê li aliyê qiraxava rojavayê de bûye û ji 17ê meha Cozerdanê bi cihê yekek ji piledarên Hizbullayê yê bi navê “Elxiravî” ku hatibû kuştinê, kar dikir”.