
Bi pasporta Îran ê, ti Îranî yek li ti welatekê, heya “Çîn û Rûsiye”jî nikare hisaba bankî weke.
Serokê Oda Bazirganiya Rejîma Îran û welatê “Çîn”ê, “Mecîdriza Herîrî”, di hevpeyvînekê de ragihand: “Bi pasporta Îran ê, ti Îranî yek li ti welatekê, heya di welatên dost wekî “Çîn û Rûsiye” de jî nikare hisaba bankî weke”.
Gotina wî berpirsê rejîmê di rdemekê deye ku, berê ji aliyê 2 welatên “Îtaliya û Firansa” ve, hindek astengî û sînor bo geştiyarên Îranî hatibûne danîn, heya çend hisabên bankî yên Îranî yan di wan welatan de, daxistibûn.
“Herîrî” îşare bi wê yekê jî kiriye ku, bêparbûn ji zixmetkariyên bankên Îran ê bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîka û pesend nekirina sistema berewanî digel sipîkirina pere ya bi navê “FATF” û hebûna navê Îran ê di lîstê reş yê wê rêkxistinê ye.
Herwisa berpirsên rejîmê, bas ji bandora nerênî ya dorpêçên Amerîka li ser aborî û sîstemên bankî û bênirxbûna pasporta Îranê di hemû cîhanê deheye.