Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşeroja lihavhatina navikiya Îranê digel “Joe Biden” roh nîne

12:27 - 3 Kanûna Paşîn 2021

Navendeke “Lêkolînên Navnetewî yên Aşitiyê” daye zanîn ku paşeroja lihevhatina navikî ya rajîma Îranê digel “Joe Biden” jî şêlû ye, hêj nerohniyên zêde heye û bona zindîkirina “Bercam”ê nirxekî zêde ya siyasî hewce ye ku “Joe Biden” nirxekî wiha giran nade.

Roja Şemî 2ê Kanûna Pêşîn, birêveberê “Damezraweya Lêkolînên Navnetewî yên Aştiyê”, “Dan Smith” li ser wê bawerê ye ku bona despêkirineke serketî ya danûsitandinên navikiya rejîma Îranê, gelek zêdetir ji amadebûna “Joe Biden” nirxa siyasî hewce dike û bi sedema berdewamnebûna sozên “Bercam”ê hizr li Îranê hatine guherîn.

Herwisa “Dan Smith” got: “Rêberiya Îranê çav ji rêya pêşniyarekî balkêş bi taybet ji aliyê Amerîkayê ve ye ku Îran bixwaze carek din xalên rêkkevtina “Bercam”ê bi rê ve bibe.

Herwisa “Dan Smith” ragihand: “ Ez tiştekî wiha taybet nabînim ku bikarin li ser masê danûstandinê danên û bi wê Îranê alxahîn bikin û bala Îranê bo rabikêşin”.

Di dema ku binyata hizrî ya rejîma Îranê bûye sedema metirsî û gef li ser ewlehî û aramiya cîhanê, rajîma Îranê bona berdewamiya siyasetên xwe her hêcet û derfetekê bikar tîne, pêşniyarek ku him siyasetên rejîmê bimeşin e û rejîmê razî bike û him rêgirî ji gef û metirsiyên rejîma Îranê li ser ewlehiya cîhanê bike, mijarekî nemumkin e.