Pêka lêkolîna navenda paseporta “Index Henley” ku, roja Sêşemî 21`ê Befranbarê belav kiriye, paseporta Îranê di nava paseportên 199 welatên cîhanê de, di rêza 101`an de cih giritye û di dawiyê de jî, di rêza 16`an de, ku, digel welatê Komara Demokratîk a Kongoyê di yek rêzê de ye.
Pêka wê lêkonînê, welatiyên Îranê bi vê paseportê tenê şiyana serdana 42 welatan hene, û eva di halekê ye ku xelkên welatên din yên cîhanê şiyana serdana zêdeyî 150 welatan bi hemen pasaportê hene.
Her di vê derheqê de, di lêkolînên sala derbasbûyî yên wê navenda lêkolînê, paseporta Îranê di dawiyê de, di rêza 13.mîn de cih girtibû lê, îsal bi sedema vê ku, îtîbara paseporta welatên wekî: “Sûdan, Sirîlanka û Lubnan”ê daketiye, Îranê jî kariye 3ê pileyan bilindtir bibe û bibe xwediyê pileya 16.mîn dawiyê de.
Pêvera Îtîbara paseporta welatan pêka rewşa azadiyên di warên aborî, pêwendiya navnetewyî, siyasî, û…hwd yên wan welatan tê destnîşan kirin lê, ev pêverên han di Îranê de ne di rewşeke baş de ne.