Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşkevta ava Tehranê bi tenê beşa 90 rojan dike

17:07 - 1 Kanûna pêşîn 2021

Paşkevta ava vexwarina parêzgeha Tehranê eger ti baranek nebare bi tenê beşa 3 mehan dike.

Karnasê Av û Cihgirê berê yê ofîsa Bernamerîjîiya Wezareta Vize ya rejîma Îranê “Hidayet Fehmî” gotiye: Eger hişkesalî berdewam be û ti barînek tine be, ava Tehranê bi tenê beşa 90 rojan dike û paşkevta av li avbendên wê parêzgehê 384 milyon metra 3cî ye ku ew av bi tenê bo parêzgeha Tehranê nîne û cihên din jî mifahê ji vê avê verdigirin.

Herwisa navbirî daye zanîn ku ew qas av bi tenê beşa vexwarina parêzgeha Tehranê bo 90 rojan e û  werzêr û kargehên pîşeyî ava hewce ji bîrên avê dabîn dikin.

Di wê derheqê de li heftiya derbasbûyî, parêzgarê Îsfehanê jî ragihandibû ku ava avbenda Zayenderûdê bi tenê beşa 100 rojên xelkê Îsfehanê dike.

Bi sedema kêmbûna barînan û siyasetên nezanîstî ên lêdana avbendan li ser çemên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û veguhastina ava wan avbendavan bo navenda Îranê, niha hişkesalî û bê avî ji deverên navndiyên Îranê ve ber bi deverên din roj bi roj berfirehtir dibe û her carê parêzgehekê li xwe digre.