
Paşkevta avê li bendavên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li parêzgehên Urmiye û Kirmaşanê, bi berewird digel sala derbasbûyî gelek kêm bûye û herwisa ava gola Urmiyê jî gelek kêm bûye.
Cihgirê Parastin û Bikaranîna Avê yê parêzgeha Urmiyê, “Cewad Mihemedî” gotiye: “Paşkevta avê li bendavên wê parêzgehê bi berewird digel sala derbasbûyî %28 kêmtir bûye û bendavên “Bokan, Çemê Sipî û Mihabad”ê, kêmtirîn av hene.
Herwisa navbirî gotiye: “Asta ava gola Urmiyê sala par 1270.71 metir bû lê îsal bo asta 1271.31 metran daketiye û berpaniya wê golê jî hezar û 360 metra 2cî kêm bûye.
Herwisa berpirsê Ava Deverî yê parêzgeha Kirmaşanê “Mehmûdriza Şehlayî” gotiye: “Tevî kêmbûna %30 a barînan di wê parêzgehê de, paşkevta avê li bendavan de %57 a şiyana paşkevtkirina wan e û herwisa herikîna avê bo avbendên wê parêzgehê bi berewird digel sala derbasbûyî %20 kêm bûye.
Herwisa Cihgirê Parastin û Bikaranîna avê yê Xurasanê “Vehîd Wasite” li bajarê Bucnûrdê, gotiye ku qasa avê li bendavên wê parêzgehê bi berewird digel sala derbasbûyî %42 kêmtir bûye.