
Awayê seqet yê jinavbirina zibil û paşmaweyên bajarê “Dêhdeşt”ê nêzî rewşeke metirsîdar dibe û hekî neyê çareserkirinê dê bibe karesatekî jîngehî.
Berprsekî rejîma Îranê di bajarê “Dêhdeşt” a girêdayê Parêzgeha “Bûyêr Ehmed û Kohgîlûye” di cîvîna birêvebirina paşmaweyan de daye zanîn ku, rewşa zibil û paşmaweyan di bajarê Dêhdeştê de aloz e û di paşerojeke nêz de dê rastî karesata jîngehî bibe, paşavên wan ziblan bûye gef li ser saxlemiya berhemên werzêrî û avên di bin erd û ser erdê de.
Herwisa wî perpirsê rejîmê got: “Cihê jinavbirina wan ziblan gefekî micid e li ser xelkê bajarê Dêhdeşt û gundên derdorê û dûkela şewitandina wan ziblan bûye sedema pirsgirêkên nefeskêşana xelkê.
Pêka gotina Şaredarê Dêhdeştê, bi tenê 5 dampêr an ku maşînên veguhastina ziblan di wî bajarî de hene ku, hewcehî bi hejmareke zêdetir ji wan dampêran hene û herwisa got ku bona veşartina zibil û paşmaweyan, hewcehî bi Bolduzêrekî hene ku wan ziblan veşêrin ku heya niha jî ew tinînin.
Rejîma Îranê bi girîngînedan bi jîngehê û dabînnekirina emrazên hewce bona jinavbirina zibil û paşmaweyên bajaran, jiyana xelkê rastî gefên micid dike.