Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmawên gemar di nav bajarê Kirmaşanê de pirsgirêk bo xelkê çê kiriye

11:05 - 27 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema avêtina paşmawên gemar di nav çemê Abşuranê ya ser bi bajarê Kirmaşanê de xelkê wî bajarî rastî arîşeyan hatine, û ji aliyekê din ve jî, çemê Abşuranê hemû gemar dibe.

Di nav ew taxên bajarê Kirmaşanê de yên ku tenişt çemê Abşuranê ne ciheke dîyarîkirî bo avêtina paşmawên gemar tin in, û parek ji xelkê wan taxan jî, neçarên paşmawên xwe yên gemar biavêjine di nav çemê Abşuranê de, û eve jî wisa kiriye ku ew paşmawên gemar çendîn nexweşiyan li pey xwe bîne.

Welatiyên ku li taxên nêzî çemê Abşuranê dijîn, dane zanîn ku, heya niha çendîn caran nerizayetiyên xwe di vê derheqê de ji navendên pêwendîdar ên rejîmê re nîşan dane, ku paşmawên gemar ên wan li wir dur bixin û wî pirsgirêka han çareser bikin, lê ti berpirsekî pêwendîdar ên rejîmê bersiva wan nedaye.

Xelkê wan taxên ku li tenişta çemê Abşuranê ne, bi sedema ku ciheke wisa nînin paşmawên xwe biavêjin û maşînên zibilkêş jî paşmawên gemar ên wan xir nakin, xelkê wan taxan neçarin hem paşmawên xwe ên gemar biavêjin di nav çemê Abşuranê de, hem jî bêhna gemar, ew rastî pirsgirêkan anîne.