
Paşmaweyên şerê rejîma Îranê yên serdema şerê Îran-Îraqê di devera “Avgerme” ya ser bi bajarê “Dêhloran”ê yê parêzgeha “Îlam”ê bûye gef li ser canê welatiyan.
Peydabûna gulleyên topên 107 û cebilxaneya rejîma Îranê ku paşmaweya şerê Îran û Îraqê ne di devera “Avgerme” ya ser bi bajarê Dêhloranê bûne sedema vê ku xelkê deverê li tirsa teqîna wan cebilxaneyan nekarin hatûçûnê di wê deverê de bikin.
Pêka nûçeya belavbûyî, gulleyên topên 107, narincek û cebilxane di devera “Avgerme”yê de peyda bûye ku ew dever rêya hatin bo geviya “Tenge Tepo”yê ye, û zozançî xwediyên ajelan û herwisa werzişwan di wê rêyê de hatûçûneke zêde hene.
Ew cebilxaneyên bi nîverizî, gefek micid li ser canê welatiyan in û rejîma Îranê di dema çûn ji wan deveran, cebilxane bi taybet alavên teqînê bi cih hiştine; Herwisa di piraniya deveran de meydanên mîn ên tomarnekirî hene ku metirsiyek gelek zêde bo xelkê deverê û ajelên wan in.
Heta niha rejîma Îranê pêngavek micid bo paqijkirina deverê ji mîn û paşmaweyên cebilxaneyan hilnegirtiye.
Çend rojan berî niha bi sedema teqîna mîn li nêzî gundê “Feruxabad”ê ser bi bajarê Mêhranê, dest û serûçavên zozançiyek bi dijwarî hatibû birîndarkirin.