Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşmayên gemar ên derdora kempa Zêwe a bajarê Urmiyê gefê ji canê welatiyan dixwe

11:05 - 7 Şibat 2020

Di derdora kempa bajarokê Zêwe a girêdayî bajarê Urmiyê de, pir bûye ji paşmayên gemar û eve jî pirsgirêkeke mezin bo welatiyên derdora wê kempê afirandiye.

Kempa bajarokê Zêwe, ku niha bûye cihê bazar û herwisa xwindingeha şevaneroj a bexşa Sîlwana jî li wir e, derdora wê kempê paşmyên gemar komê ser hev bûne û pirsgirêkeke mezin bo welatiyên wê derdorê afirandiye.

Welatiyên bajarokê Zêweyê, heya niha çendîn caran serdana bajarvaniya wî bajarokê kirine ku wê arîşeyê çareser bikin, lê heya niha ne bajarvaniyê bersiva wan daye ne jî ev pirsgirêge hatiye çareserkirin.

Ew paşmayên gemar, hezaran nesaxiyan li pey xwe ve tîne û eve jî gefeke li ser canê welatiyên wî bajarokê.