Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pastarê terorîst Hacîzade, qatilê 176 misafirên balafira Ukraynê ye

13:15 - 27 Tebax 2020

Wezareta derwe ya Amerîka li ser rûpela Twetera xwe nivîsand ku Emîrelî hacîzade hekî bête dadigehîkirin, bikujê 176 misafirên Balafira Ukranê ye.

Roja Çarşemiyê 26ê Tebaxa 2020 an, wezareta derwe ya amerîka li ser rûpela xwe ya tora Tweterê, bi zimanê farsî nivîsand: Hekî neraziyekî li henber xistina xwarê ye Balafira Ukraynê, cezaya 3 sal hepsê bi serde tête sepandin, hekî Emîelî Hacîzade ku qatilê 176 misafirane, bête dadigehî kirin, dibe cezayê wî çibe?

Pastarê terorîst Hacîzade ku fermana mûşekbarana Balafira Ukraynê dayê û sebebkarê kuştina 176 misafirên bêgunehe, çi hikmek dibe li ser wî bête danê?

Roja  18ê Befranbar a sala 1398an de, balafira “Boeing 737” a hêla esmanî ya “Ukrayn”ê, ji aliyê pedafenda esmanî ya Spaha terorîste Pasdaran ve, kirine armanc û xistine xwarê û di encamê de 176 misafirên wê balafirê, canê xwe ji dest dan ku piraniya wan xelkê Îranê bûn.