Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Bakur bi hilkefta koça dawî ya Luqman Mêhfer peyama hevxemiyê bo PDKÎ şand

18:52 - 11 Nîsan 2021

PDK Bakur bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyama hevxemiyê bo PDKÎ şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Silav û rêz

Ez bi xemgîniyeke zêde ve agahdar bûm ku xebatkarê doza Kurdistan û endamê partiya we kak Luqman Mêhfer ku roleke girîng li nav partî û li Rojhelatê welat de hebû koça dawî kiriye.

Di serî de ez sersaxiyê dibêjime malbata xwedêjêrazî, cenabê kak Mistefa û Hizbê. Ez hevxemgîniya xwe rêdikim. Riha nemir şad be. Serê gelê Kurd sax be.

BORA BALÎN

Cihgirê Serokê PDK Bakur