Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Axavtinên “Elîriza Nûrîzade” dûr ji rastiyê ne

15:24 - 25 Hezîran 2018

 Kurdistanmedia: Nivîsîngeha Kargêrî ya PDKÎ di daxuyaniyekê de, ragehand ku axavtinên “Elîriza Nûrîzade” dûr ji rastiyê ne.

 Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Derheqê redkirina axavtinên birêz “Elîriza Nûrîzade”

Di peyameke vîdyoyî de, birêz Nûrîzade bona meht û pesnkirina “Şahzade Riza Pehlewî” û kêrhatîbûna navbirî, û derheqê axavtinên negotî yên “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, û “Ebdullah Muhtedî” sekreterê giştî yê “Komela Zehmetkêşan ya Kurdistan”, dibêje: Niha ezê we re bêjim, di ofîsa min de sirrek heye, di ofîsa min de “Ebdullah Mouhtedî” digel “Mistefa Hicrî” û “Şahzade Riza Pehlewî” digel yektir gotûbêj kirine, û vê yekê ji we re bêjim ku çiqas rind e ku gotin: “Şahzade tu were bo Kurdistanê, û emê te bibin heyanî bajarê Bane, û li wir tu wê pişt serê xwe bixêrhatinkirina xelkê Bane bibînî, û peyamekê bide ku çi bûyerek wê biqewime”.

Bona zelalkirina raya giştî derheqê vê civînê de, û îşarekirina bi axavtinên “Mistefa Hicrî” û “Ebdullah Muhtedî” derheqê “Riza Pehlewî” em vê şiroveyê bi hewce dizanin.

1- Axavtinên dûr ji rastiyê yên “Nûrîzade” derheqê mehtkirina “Riza Pehlewî” ji aliyê “Mistefa Hicrî” û “Ebdullah Muhtedî”, hemû dûr ji rastiyê ye, û tişteke wisa qet û tu demî nehatiye gotin, lewra em axavtinên “Nûrîzade” yên di vê derheqê de red dikin.

 2- Di vê civînê de terha pêşniyarkirî ji aliyê “Pehlewî” ve, bi merema alîkarîkirinê hatibû baskirin, ku bi sebeba berçavnegirtina mafê siyasî û neteweyî yê neteweya Kurd û neteweyên din yên Îranê bi awayekî giştî, ji aliyê “Mistefa Hicrî”, û “Ebdullah Muhtedî” ve hate redkirin, û bê encam ew civîn dawî pê hat.

3-Em axavtinên wiha û bê bingeh yên ku ji aliyê “Nûrîzade” ve hatine gotin, bi dûr ji exlaqê medyayî û exlaqê siyasî dizanin.

 Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Nivîsîngeha Kargêrî

3ê Pûşpera 1397`an

 24`ê Hezîrana 2018`an