Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ di 31.mîn salroja bîranîna Enfal de beşdarî kir

17:37 - 15 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke  PDKÎ di rêûresima rêzgirtin li 31.mîn salroja bîranîna qurbaniyên Enfala biyom li Germiyanê beşdarî kir.

Li ser  vexwandina fermî a lijneya Bilind a Wezareta Karûbarên şehîdan û enfalkiriyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkefta 25`ê Xakelêweya 1398`an, şandeke PDKÎ bi serperestiya “Îsma`îl Rehmanî”, berpirsê pêwendiyên PDKÎ li bajarê Silêmaniyê, digel beşek ji endamên Dezgeha Gişt a pêwendiyan di vê rêûresima rêzgirtin li 31.mîn salroja bîranîna qurbaniyên Enfalan li Germaiyan û bajarê Kelarê beşdarî kir.

Di vê rêûresimê de, nûnerên Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û endamên parlemana Îraq û Kurdistanê beşdarbûn û di çend beşên coda  yên vê rêûresimê de, bi xwendina peyamên hikûmeta Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê,  salroja bîranîna  vê karesata cergibir bilind hate ragirtin..

Herwisa di vê rêûresimê de, îşare bi peyama hevxemiya PDKÎ hate kirin û di dawiyê de jî di pirotokoleke fermî de, deste golek ji aliyê Partiya Dempkrat, li ser monomênta bîranîna Enfalkiriyan hate danîn.