Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ di daxuyaniyekê de cîbicîkirina hikmê îdama “Hidayet Ebdullahpûr” piştrast kir

13:49 - 24 Hezîran 2020

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kiriye ku “Hidayet Ebdulahpûr”, endamê xebatkar ê Partiya Demokrat, ji aliyê celadên Komara Îslamî a Îranê ve hatiye tîrbarankirin.

Daxuyanî bi wî awayî ye:

Xwîna Şehîdan, rênîşanderê rê ye

Hevnîştimaniyên rêzdar!

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Endam û alîgirên PDKÎ!

Mixabin em radigehînin, heval “Hidayet Ebdullahpûr” kurê “Ebubekir” û xelkê Şinoyê ji aliyê celadên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye tîrbarankirin.

“Hidayet Ebdullahpûr” , jidayîkbûyê sala 1369 a Rojî û endamê dilsoj û çalak ê Partiya me di 13`ê Gelawêj ya sala 1395an a Rojî de, piştî 49 roj ji şerê binavûbang ê “Qereseqel”ê hate binçavkirin û bo heyama 74 roj di girtîgeha îdareya Îtilaat a Urmiyê bo lêpîşînkirina zoremilî hate eşkencekirin.

Piştre bi tometa şer digel nîzamê û endamê PDKÎ, cezayê îdamê bi ser wî de hate sepandin. Tevî wê ku ew hikme ji aliyê taya 47an ve hate redkirin û bo dadgeha înqilabî ya Urmiyê hat şandin, Hidayet Ebdullahpûr di taya 2 a dadgeha înqilab a Urmiyê de hate mehkimekirin û bo cara duyem bi givaşa “Hîfazeta Îtilaat a Spaha Urmiyê” hikmê îdamê ber ser wî de hate sepandin.

Hewce bi îşarekirinê ye, “Hidayet Ebdullahpûr” di pêş îdamkirinê de bo heyama 5 mehan heta îzna dîtina hevjîn û zarokên wî ji bo wî re nehate danê û roja 20ê Banemer ji girtîgeha Urmiyê veguhastin û bêserûşûn kiribûn. Herçiqas bi devkî bi malbata xweragirê şehîd Hidayet Ebdullahpûr ve ragihandibûn ku ji ber çavê malbatên kuştiyên şerê Qereseqelê, Hidayet îdam kirine; Lê piştî lipeyketineke zêde, hate eşkerekirin ku roja 22ê Banemerê, mixabin “Hidayet Ebdullahpûr” tîrbaran kirine û îdareya tomar a rejîmê, belgeye koça dawî bo wî tomar kirine.

Di 41 salên derbasbûyî de rejîma Komara Îslamî bê guhdan bi bîr û raya giştî û bi bê berçavgirtina pirensîbên mirovî, ji kuştara xortên Kurd berdewam bûye û bi ber çavê bîr û raya giştî ve tawanên xwe bi rê ve biriye! Lewma em daxwazê ji bîr û rayê Giştî û Civatgeha Mirovayetî, Damezrawe, Rêkxistinên parêzvanên Mafê Mirov û Civatgehên Navnetewî û …hwd dikin ku pêşî ji serkut û îdama xortên Kurd ji aliyê Komara Îslamî ve bigrin û bila çiyê din îznê nedinê ku mafê tak û tev xelkê Kurdistanê binpê bike.

Bi wê boneyê, PDKÎ hevxemiya xwe li hember malbata xweragir ya Ebdullahpûr û nemaze bavkê xemxwar ê wî radigihîne û wan alxahîn dike ku xwîna şehîd Hidayet û ew şehîdên dinê heder naçe; Baştirîn xelat bo şehîdan dewamkirina rêya wan e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî

4ê Pûşper a 1399an a Rojî

24ê Hezîran a 2020an a Zayînî