
Kurdistanmedai: Şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, serdana PDKÎ kir.
Roja Duşemî 6`ê Reşemehê şandeke Partyia Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, bi serperestiya “Mehmûd Mihemed” nûnerê wê Partiyê li Herêma Kurdistanê, serdana nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê pêşwazî ji wan hate kirin.
Şanda mêhvan tevî spaskirina ji heyeta hizbê ji ber pêşwazîkirinê, derheq rewşa niha ya Kurdistana Rojava, bi taybet rewşa xirab a xelkê bajarê Efrîn û hewla guhertina dêmografiya vê deverê ji aliyê hêzên dagîrkar axavt.
Piştre “Mihemedsalih Qadirî”, tevî spaskirina ji şanda Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyî bi boneya vê serdanê, herwisa rola Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyî, wekî hêzeke nîştimanî û miyangir di kêşeyên pêwendîdar bi Kurdistana Rojavayî bilind nirxand, û helwêst û siyasetên PDKÎ derheq piştewanîkirin ji xebata rewa ya gelê Kurd di banahiya Kurdistanê de û herwisa derheq rewaş nû a xebata Kurdistana Rojhilat û hevpêymaniya di navbera hêzên xebatkar yên Îranê bo herifandina rejîma Îslamî ya Îranê de axavt.
Şandên du aliyan tevî nîqaşkirina rewşa siyasî a deverê, rikeberiya di navbera xwedîhêzan û dewletên deveran, bi armanca parastina yeksaniya hêz û berjewendiyên stratîjîk, derfet û bi girîngî behsa astengiyên li pêş tevgera Kurdan kirin, û herwisa pêdagîrî jî kirin ku, ev rewşa hestiyar, hemû hêz û aliyên berpirs yên Kurdistanê li pêxema serkevtinê de, bi karê hevpar û parastina yekgirtî a di nav mala Kurd de erkdar da zanîn.
Di dawiya vê civînê de, her du aliyan li ser bihêzkirina pêwendî û alîkariyên dinavbera wan de pêdagîrî kirin.