PDKÎ daxwaz ji Hikûmeta Federal a Îraq û Herêma Kurdistanê kir ku di hember binpêkirinên Spaha Pasdaran a terorîst de bê deng nemînin û helwîstê bigirin.
Deqa peyamê wihaye:
Daxuyaniya şermezarkirinê
Roja Sêşemî, 16`ê Hezîran a 2020`an, topxaneya hêza Spaha Pasdaran a dijî gel a Îranê, binke û bargehên Pêşmergên PDKÎ di çiyayê Qendîl û deverên sînorî yên deverên “Hacî Omeran, Çoman û Sîdekan”ê dane ber agirê giran yên topxane û katyûşayan. Di encama wê topbaranê de, xisarên giran bi welatiyên wan deveran ketine û malên wan kawil bûne û xelkekî zêde aware bûne.
Ew tawana rejîma Îranê yekem car nîne û berdewam bê hebûna ti hêcetekê mijûlê têkdana asayişa xelkê deverê, awarekirina welatiyan û gihandina xisarên malî û hundirî yên xelkê wan deveran e.
Em tevî şermezarkirina wê kiryara hêzên Komara Îslamî ya Îranê, daxwaz ji raya giştî û rêkxiravên mirovî dikin ku, wê kiryara dijemirovî ya rejîma Îranê şermezar bikin.
Herwisa em daxweaz ji Hikûmeta Ferderal a Îraqê û Herêma Kurdistanê jî dikin ku, di hember wan binpêkirinên Spaha Pasdaran a terorîst de ku bê hebûna ti hêcetekê, welatî û serwet û samanên wan kirine armanca topxaneyên xwe helwîstê bigirin û şermezar bikin û bê deng nemînin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
28`ê Cozerdan a 1399`an
17`ê Hezîran a 2020`an