Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Komar nema, lê yad û bîra wê hertim zîndî ye û yadigarên wê bûne bi sembol

17:16 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ

Bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, 75`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

Hevwelatiyên rêzdar

Civatgeha mafxwaz a xelkê Kurdistanê

Parêzerên maf û azadiya gelê Kurd

2`ê Rêbendana îsal, 75`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê ye. Ev Komare ku li 2`ê Rêbendana sala 1324`an a Rojî, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan û bi destê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed li beşek axa Rojhilatê Kurditanê di navenda bajarê Mihabadê de hate avakirin.

Em bi vê hilkefta dîrokî pîrozbahî li hemû xortên gelê Kurd bi taybet xortên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikin û hêvîxwaz in bi dirêjahiya xebat û têkoşanê destkevtên Komara Kurdistanê bi dest ve bê anîn.

Avakirina Komara Kurdistanê bi wan teybetmendiyên Demokratîk ve, guherîneke nû li dîroka xebata gelê Kurd de tomar kir. Bo cara yekem Kurd di vê beşê li Rojhilatê Kurdistanê bo bi xwediyê kiyan û desthilateke Kurdî di şiklê Komarekê de û ev jî di devereke aloz û pirdîktatora wê demê ya Rojhilata navîn de ku her bi xwe diyardeyeke hêvîbexş bo netewên jêr dest di Îran û deverê de bû.

Girîngî û bandora berçav a avakirina Komara Kurdistanê ji wê dîdgehê ve cihê nirx û balkêşandinê ye ku bi avakirina wê Komarê, bo cara yekê gelê Kurd di wê beşa Kurdistanê de bû bi xwediyê kiyaneke demokratîka netewî û hebûna wê kiyana Kurdî û nirxên netewî û azadiyê tam kir; Zulma dujmin û binpêkirina mafên wan ji aliyê desthilata navendî ve hate rakirin û seha xwebûn û taybetiyên gelê Kurd kir. Rexsana derfetek wiha vedigere li ser wê rastiyê ku berî avakirina Komara Kurdistanê, Partiyeke Demokrat û pêşketî ya Kurd bi rêbaratiya bi kom di bin navê Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatibû avakirin.

Naveroka Demokratîk ya wê Partiyê di naveroka Demokratîk a Komara Kurdistanê de jî rengê wê xuya bû û ew Komare kir bi deshilateke demokratîk a bê mînak di deverê de.

Cuda ji geşa hizir û seha netewî berî avakirina Komara Kurdistanê ku hebû û ji aliyê Komeleya “J.K”ê ve ku piştre Partiya Demokrat li ser bingeha wê hatibû avakirin, zêdetir û berfirehtir geşe pêphatibû ku di qewaregirtina wê desthilata Kurdî de bandordar bû.

Lewma em dikarin bibêjin, hekî binyata geşeya seha netewî û avakirina Partiya Demokrat di gorê de nebaya, gelek zehmet bû ku Komara Kurdistanê bihata avakirin û hekî bihata avakirinê jî, xwediyê wan taybetmendiyên demokratîk yên heyî nedibû.

Destkevtên Komara Kurdistanê di gelek waran de girîng û pir bi nirx in ku her yek ji wan bi tenê baseke dirêj û lêkolîneke hûr dixwaze ku hatine kirin, lê girîn e ku bi bîr bînin ku li Komara Kurdistanê, azadiya gotin bi wateya xwe ya rast bo tev kesan heta bo dujminên Komarê û şexsê Pêşewa jî hatibû misogerkirin, bi awayekî ku ti kesek li ser hizra cuda û heta dijî Komarê, nedikete bin lêpirsînan û gotinên wan nedihatine sînordarkirin.

Renge bo cîhana îro jî bi zehmet cihê bawerê be ku di Komara Kurdistanê de, girtîgeh û girtî tinebûn, azadiya ol û mezheban bi tewawî hebû û ewlehiya canî û malî bo hemû kesan hatibû dabînkirin.

Lewma bibû cihê hêviya Kurd li her aliyên din yên Kurdistanê û bi xweziyan ve çav lê dikirin û heta têde beşdar bûn û rûmeta netewiya wê pir rengtir bû.

Komara Kurdistanê bi wan taybetmendiyên netewî û demokratîk ve, giraniyek xistibû li ser dilê desthilatên dîktator yên deverê û li dijî wê rawestan û ji wê zêdetir, berjewendiyên serkevtiyên şerê cîhanî yê 2ê jî rêya man û geşeya Komarê teng kiribû, lewma piştî 11 mehan çiriskîna wê di esmanê jiyana Kurd de, şemala temenê wê hate temirandin.

Komar nema lê, bîra wê tim zindî ye û yadigarên wê wekî alaya Kurdistan, sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û pêşmerge û zimanê Kurdî, nek tenê bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, belkî bo Kurdên aliyên din yên Kurdistanê jî bûn bi sembol û bi rêz ve çav lê dikin û rewatiya netewî pê dibexşin.

Piştî nama Komarê û şehîdkirina Pêşewa û hevalên wî û binçavkirina rêberên Hizbê û karbidestên Komarê, tevî vê yekê ku janeke dijwar bû, seha netewî ya xortên Kurdan kêm nebû, xebat û qurbanîdan bona bidestveanîna destkevtên Komarê tevî ku bi dawî nahatin, belkî bihêztir û bigerm û gurtir man.

Li heyamê 74 salên derbasbûyî yê xebat û xweragiriya gelê Kurd bi taybet Partiya Qazî, Qasimlo, Şerefkendî û hezaran şehîdên din berdewam bûye. Xebata niha ku bi awayên cuda li dijî rejîma Îslamî ya Îranê wekî rejîmek ku xwediyê îdolojiyeke kevneperestane û paremayî, wekî rejîmeke serkêş ku li dijî demokrasî, mafê mirov, mafên netewî yên di bin zulma rejîma Îranê de, wekî rejîmeke terorîst û terorîstperwer, rejîmeke biyanî digel ruhê serdem, di halê xebat û xweragiriyê de ye.

Wê rejîmê bi tedaxul li karûbarê hundir yê welatên deverê, geşe bi çanda kevneperestî û xurafatê rengek xirab xistiye ber çavên cîhanê, hemû darayiya welat û berjwendiyên Îranê li pêxema geşedan bi îdolojiya xwe û dabînkirina hewcehî û alavên teror û afirandina fitne bo girûpên terorîstî yên destperewerdeyên xwe bi heder dide û xelkê Îranê rastî hejarî, renbenî, bêkarî û bêderetaniyê kiriye û nerizayetiya xelkê di asta herî bilind de ye, lewma wê rejîma nehs nêzî hilûşînê ve dibe û ew jî rêya xebatê hêsantir dike. Xebata me li dijî rejîmeke wiha har û bê hewsar, xebeteke mirovî, netewî û azadîxwazane ye, xebateke rewa û heq e, û her lewma cihê piştevaniya xortên gelê Kurd û azadîxwazên rasteqîne ye.

Li 75mîn salvegera vebîranîna Komara Kurdistanê, em soza xwe nû dikin ku heta serkevtin û bidestveanîna destkevtên Komara Kurdistanê, li xebat û xweragiriyê berdewam û micidtir bin.

Li 74`emîn sala şehîdkirina Pêşewayê Kurd, Qazî Mihemed û cangorîkirina rêberên Partî û karbidestên Komarê, wesiyet û pêsipartiya Pêşewa ya pêwendîdar bi nebûna yekgirtinê, bervajî digel yekparçeyî û yekgirtinê dikin bi çiraya ronahîker a  rêbaza xebata xwe û bi geşedan bi wê xebatê di meydanan û panatiya bajar û çiya, mewdaya gihîştin bi maf û azadiyên xwe kêmtir û kurttir dikin.

Yad û bîra Komarê bilind û bi şan be

Canê paqij ê Pêşewa û rêberên Hizib û Komarê bi gihîştin bi armancên wan şad û aram be

Silav li Partiya avakerê Komara Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Silav li canê paqij ê hemû şehîdên Kurdistanê

Silav li girtiyên siyasî

Silav li jankêşandiyan û kêmendamên meydana xebat û xweragiriyê

Silav li rêbaza rewa û bi heq a xebata Kurd

Silav li hemû xelkê xweragir yê Kurdistanê û piştevanê hertimî yê xebata Kurd û Partiya avaker a Komara Kurdistanê

Serkevtin bo xebata Kurd û têkoşerên Demokrat

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

19`ê Kanûna Paşîn a 2021`an

30`ê Befranbara sala 1399`an a Rojî