
Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di derbarê piroseya hevgirtinê a bi hevalên berê re daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniyek di derbarê belavbûna nivîsekê de ji aliyê şandeya hevgirtinê a hevalên berê ve Roja duşemiyê 28’ê Xezelwerê a sala 1397’an a Rojî (19’ê Çiriya Paşîn a 2018’an a Zayînî) kek Kemal Kerîmî berpirsê şandeya danûstandinên hevgirtinê a hevalên berê di nivîsekê de, guhertinên kongireya 16’ê a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê weke sedema dawîhatina civînên li ser mijara hevgirtina refên PDKÎ binav kir.
Di vê derbarê de em bi pêwîst dizanin ku agehdariyekê ji bo raya giştî, xelkê Kurdistanê û hemû heval û alîgirên hevgirtina refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê belav bikin û rastiya vê mijara girîng jî weke xwe bidin raya giştî.
Di piroseya çend salên berê a civînên hevgirtinê de, rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hemû hewlên xwe bi kar anîn ji bo ku ev pirose bigihe encamê. Di vê derbarê de jî heyamên nêzîkî kongireya 16’ê, di civînekê de ku li cem wan bi rêve çû, me ji wan xwast li ser wan xalan ku hevdengiya me bi wan re heye û ji bo ku civîn bigihin encamê, em biraya dawiyê bistînin û pişt re li ser qonaxên din ên vê piroseyê kar bikin ku hevgirtinê lezgîntir dikin.
Em gellek rijd bûn lê, mixabin bersiva wan nerênî bû û xuya bû ku kek Kemal û hevalên wî li benda encamên kongireya me bûn.
PDKÎ jî di kongireya xwe de ji bo mijara hevkariya di navbera aliyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê de biryareke siyasî û berpirsyarane stand.
Piraniya aliyên siyasî ên Kurdistanê û ên Îranê jî pêşwaziya vê biryara PDKÎ kirin û berowajî nerîna kek Kemal Kerîmî, di heyamên derbasbûyî de bandora erênî a biryarên kongireya me di asta hêzên siyasî ên Kurdistan û Îranê de xuya ne û ruhekî nû dane alîkariya di navbera aliyên siyasî de. Piştî kongirê jî me serdana wan kir û di derbarê nerîna erênî a kongireyê de li ser mijara hevgirtinê û pêkanîna rewşeke siyasî a baş ji bo alîkariya di navbera aliyên siyasî de û biryara kongireyê me ji wan re vegot.
Herwisa me ji wan re ragihand ku li gor me ti tiştek li hemberî hevgirtinê asteng nîn e û me ji wan xwast ji bo bi encamgihandina wê piroseyê gavên lezgîntir bavêjin.
Herwisa di vê mijarê de deftera siyasî a wan ji birêz kek Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê xwast ji bo bersivdan û zelalkirina zêdetir a guhertinên kongireyê serdana wan bike.
Birêz Hicrî jî berpirsyarane pêşwaziya pêşniyarên wan kir û di civîa xwe a bi wan re ragihand ku eger we îrade û vîna hevgirtinê hebe, em ti pirsgirêkekê li ser vê riyê nabînin û tevahiya pirsan jî dikarin bêne gotûbêjkirin.
Heyamek piştî vê serdanê, şandeya wan bi serperestiya kek Kemal Kerîmî serdana me kir û me li ser mijara kongireya 16’ê behs kir. Tevî ku em li benda vê gotinê ji wan nebûn, wan ji me re got ku ew ji bo şirovekirina zêdetir a pirsên teşkîlatî ên xwe, demeke zêdetir dixwazin. Me di wê civînê û tevahiya civînên din ên her du aliyan de ji bo mijara hevgirtinê ragihandiye ku em ji bo vê mijara girîng ku daxwaziya gelê me, xebatkarên demokrat û herwisa hevalên me ye, ti astengiyekê nabînin. Bi taybetî jî di vê rewşa hestyar a siyasî de ku welatê me û gelê me derbas dikin, pêwîstiya me bi hevgirtîbûn, yekrîzî û hevkariyê ye.
Em hêvî dikin ku armanca kek Kemal Kerîmî ji vê nivîsê di vê rewşa hestyar de astengkirina piroseya hevgirtinê nebe. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hewlên tevahiya xebatkaran di vê piroseyê de bilind dinirxîne. Eger hevalên berê jî gavên ciddî bavêjin, emê di hewlên piroseya hevgirtinê de berdewam bin heya ew pirose bi wan hevalan re bigihe encamê.
Bi hêviya serkeftinê
Mihemednezîf Qadirî Berpirsê şandeya danûstandinê a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Roja 1’ê Sermawezê a sala 1397’an a
Rojî (22’ê Çiriya Paşîn a 20118’an a Zayînî)