
Kurdistanmedia: Civîna hevbeş ya Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya PDKÎ dawî pê hat, û daxuyaniyek di vê derheqê de hate belavkirin.
Deqa daxuyaniyê:
Em bi agehdariya hemû aliyekî radigehînin ku demjimêr 9`ê sibezûya roja Pêncşemiyê 22`ê Xermananê (13.09.2018)`an civîna hevbeşa ya Navenda Siyasî ya PDKÎ û Desteya Kargêrî ya PDKÎ pêk hat.
Civîn bi ragirtina bîstekê bêdengî û rawestiyan ji bo rêzgirtina ji şehîdên Rasana Rojhilat û şehîdên 17`ê Xermananê, ên ku li encama mûşekbarana binke û baregehên Hizba Demokrat de canê xwe ji dest dan, û ji bo rêzgirtina ji şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.
Piştre Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî tevî bixêrhatinkirina beşdarên civînê, baseke siyasî li ser rewşa Îran û Kurdistanê û kar û çalakiyên PDKÎ û pîlanên rejîma Îranê, û wan kirîzên curbicur ku digel de rûbirû ye, pêşkêşî beşdarên civînê kir.
Ew bas û mijar bi hûrî û bi waqi`ibînî ve ketin ber boçûna beşdarên civînê, û bi têbîniyên xwe, aliyên cur bi cur ên vê pirsê gengeşe kirin.
Di encam de komeke helwest û biryar û rasiparde lê ketin, ku rêberiya hizbê erkdar kir, bona birêvebirin û encamdana wan. Di vê çarçoveyê de, civînê pêdagirî kir li ser domandin û geşepêdana Rasana Rojhilat di warên cur bi cur de, û di vê derheqê de spas û pêzanîna beşdarên civînê li hemû wan têkoşeran û xelkê Kurdistanê hate kirin, ku di vê piroseya girîng de erk û wezîfeya siyasî û nîştimanî ya xwe gehandin encamê.
Civîna hevpar ya Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya hizbê awirek da rêkxistina organên hizbê li gora qewareya nû ya hizbê, û rêûşûnên hewce bo berpirsan û organên pêwendîdar diyarî kir, da ku di piratîkê de cîbicî bikin.
Civînê bi girîngiyeke tewaw ve hûrdekariyên mûşekbarana binke û baregehên PDKÎ ji aliyê rejîma Îranê ve behs û gengeşe kir, û ew cure kiryarên rejîmê bi nîşaneya tirsa tewaw ya rejîmê ji tevgera Kurdistanê û bandordariya PDKÎ li ser rewta vê tevgerê da zanîn, û li ser vê baweriyê bû, ku serbarê şehîdbûna desteyek ji têkoşerên Demokrat ku cihê dilgiraniya me hemiyan bû, lê vê êrîşê îradeya xebata li dijî rejîma Komara Îslamî bihêztir û bigurrtir kir. Di heman demê de sersaxî gote hemû hevsengeran û malbatan û hevalan û bi giştî camawerê xelkê Kurdistanê, û xatircemî da ku xwîn û xebata van şehîdan li pêxema azadiya nîştiman de heder û xisar naçe.
Derheq vê mûşekbaranê de, Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê û hejmarek ji hêz û aliyên din bi yekdengiyeke giştî bang li xelkê Kurdistanê kirin ku bi armanca mehkûmkirina Komara Îslamî ya Îranê derheq mûşekbarana binke û baregehên hizbê, û îdama komek ji xortên Kurd helwestê bigrin, û di herekete bikom û neteweyî de cardin erk û wezîfeya xwe ya nîştimanî bi cî bînin.
Bi xweşî ve xelkê xebatkar û xweragir ê Kurdistanê tevî hemû gefên Komara Îslamî ya Îranê, û hêzên serkutkar ên xwe, bi awayekî berfireh pêşwazî kirin ji vê girevê, û nîşanî rejîmê dan, ku wekî hertim piştevanê tevgera rewa ya xwe ne, û li ser dabînbûna maf û azadiyan pêdagir in û emegdariya xwe bo şehîdan dubare kirin.
Lewra civînê bi ew qasê emegnasî ve, li vê helwesta neteweyî û nîştimanî ya xelkê xebatkar û xweragir ê Kurdistanê nihêrî, û spasiya xwe pêşkêşî vî xelkê emegnas û têkoşer kir.
Di vê derheqê de civînê bi girîngî ve li vê yekgirtina hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanî nihêrî, û nîşan da ku yekgirtina van hizb û aliyan li warê pêşwaziya xelkê Kurdistanê ji daxwazên me dikare hêzeke nû û girîng bide tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat, û di heman demê de, vê peyamê jî bide hikûmeta Komara Îslamî, ku di Kurdistanê de xwediyê çi pêgeheke siyasî û civakî nine, û nikare bi derba zor û girtin û îdamê, vî xelkê xweragir çavtirsandî bike, û ji daxwazên wê yên rewa paşve vegerîne.
Girîngiya vê yekgirtinê û bandorên wê, civîn anî ser vê baweriyê ku di pêşerojê de, zêdetir bo vegeşandina vê hevkarî û hevxebatiyê pêngavan hilgire, û zêdetir ji berê vegeşîne.
Civînê bi baldan bi helwest û eşkerekirina ramanan, û mehkûmkirina mûşekbarana binke û baregehên PDKÎ ji aliyê dewletan, parlemanteran, hizb û aliyên siyasî, NGO,hizb û aliyên siyasî ên her çar perçeyên Kurdistanê, û kom û civatên navdewletî û kesayetiyên Kurd, Îranî, û biyanî, spasiya hemû aliyekî kir, ku erk û wezîfeya xwe ya mirovî bi cih anîne.
Civînê spasiya xwe ya taybet ji hemû xelkê bişeref û dilsoj ê bajarê Koyê û berpirsên hizbî û hikûmî ên vî bajarê xweşdivî kir, ku di pêvajoya vê bûyerê de, ew qasê hevakriya xwe nîşan dan, û bi hawara malbatên Kurd ên Rojhilat ve hatin.
Bi liberçavgirtina hemû wan helwest û dilsozî nîşandana bo têkoşerên Demokrat û tevgera Kurd di Kurdistana Rojhilat de, bi taybetî ew piştevanî û helwestgirtina civatên xelkê Kurdistana Rojhilat, civîn xatircem bû ku vê mûşekbaranê, ji bilî şermezariyê nekarî tu tişteke din bo rejîmê li pey xwe bîne, bi taybetî ku ew cure hereketên rejîmê, ne tenê di pêvajoya xebatê de, pêngavên xortên Kurd û têkoşerên Demokrat şil nake, belku wan li ser berdewamiya xebatê li hemû şikl û şêweyên xwe de, li dijî rejîmê pêdagirtir û biîradetir dike.
Nivîsîngeha Desteya Kargêrî
PDKÎ
23.06.1397
14.09.2018