Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ pêşwazî ji vê biryara Amerîkayê kir

19:49 - 9 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: PDKÎ pêşwazî ji terorîst naskirina Spaha Pasdaran a rejîmê, ji aliyê Amerîkayê kir.

PDKÎ, bi belavkirina nivîsekê li ser rûpela “twitter”a fermî a xwe, xistina navê  Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di nav rêzbenda saziyên terorîstî de, pêşwazî jê kir û ragehand ku, PDKÎ û xelkê Kurdistanê, pêşwazî ji naskirina Spaha Pasdaran a rejîmê ji aliyê Amerîkayê dikin.

PDKÎ, di vê derheqê de, dubare dike ku: Spaha Pasdaran a rejîmê hêza serekî  bo serkutkirin, sepandin û tundtîjî di nav xwe  û destêverdanên têkderane li derveyî vê rejîmê ye.

Li gorî vê biryara Amerîkayê, du pirs tên gorê:

Pirsa yekem

Helwêsta PDKÎ derheq vê biryara Amerîkay derheq bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran a rejîmê çiye?

Pirsa duyem

Bandora vê biryarê li ser kar û pêwendiyên dîplomasî yên xebata Kurd çi dibe?

Di bersiva van pirsiyaran de, “Luqman Ehmedî” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ, wiha bersiv da:

Bersiva pirsa yekem,PDKÎ piştavanî ji vê helwêsta Amerîkayê dike û helwêsteke ku PDKÎ lê mêjve  hewlê bo dide,da ku netenê Amerîka belkû welatên din  yên Demokratîk yên cîhanê, Spaha Pasdaran û rejîma Îslamî a Îranê wekî xwe bide naskirin. Spaha Pasdaran  û dezgehên Komara Îslamî ku netenê di navxwe de bo sepandin û serkutkirina xelkê li hemberî parastina rejîmê kar dike, belkû destêverdan li karûbarên welatên deverê li riya Spahê ve  encamp dide, û ev  hemû şer û alozî û terorîzma ku di deverê de xuiyaye, beşeke zêde a vê dizvire bo Spaha Pasdaran, û her bi vê sedemê jî PDKÎ piştevaniyê ji vê biryarê dike û hêvî dike ku welatên din jî helwêsteke wiha hebin.

Ehmedî di bersiva  pirsa duyem de, ku bandora vê biryarê li ser kar û pêwendiyên dîplomasî  yên xebata Kurd çi dibe wiha axavt: Diyare ev derfeta bo me çê dibe ku xebata gelê Kurd û kiryarên rejîma Îranê li beramber yekitir dabinên cudahiya di navbera tevgera rizgarîxwazî a gelê Kur û kiryayên rejîmê  zêdetir derdixîne, û derfeteke din û deriyeke din bo me çê vedibe ku egera vê heye li riya vê xebata ku em birêve dibin, bi awayekî be ku dibe welatên zêdetir wê piştevaniyê bidin me, em hêvî dikin rastbûnek be bo van welatên ku bixwazin lihemberî kiryarên terorîstî  yên Spaha Pasdaran bisekinin, û piştevanîkirin ji hêzên wiha dijberin û li hebember de bisekinin.

Roja Duşemî 19`ê Xakelêweyê, “Donald Tramp”, serkomarê Amerîkayê, di daxuyanyeke fermî de, Spaha Pasdaran a rejîmê xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî de ku, ev yekem care welatê Amerîkayê, saziyeke leşkerî a welateke din wekî girûpeke terorîstî dide naskirin û ev biryara Tramp jî hevdem di gel salroja  hatina derve a Amerîkayê ji lihevkirina Bercamê.