Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ pêşwaziyê ji daxuyaniya Wezareta Derve a Amerîkayê dike

18:52 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşwaziyê ji Daxuyaniya Wezareta Derve a Amerîkayê di derbarê terorkirina Dr. Qasimlo ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve dike.

 Roja 22’ê Pûşpera 1368’an a Rojî (13’ê Tîrmeha 1989’an a Zayînî) Dr. Ebdurehman Qasimlo sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi Ebdulla Qadirîazer endamê Komîteya Navendî û nûnerê vê partiyê li Ewropa re, li ser daxwaza rejîma Komara Îslamî ji bo vedîtina çareseriyeke aştiyane bo dabînkirina xwestekên demokratîk ên neteweya Kurd li Îranê li bajarê “Viyenn” a paytexta Otrîşê bi şandeke dîplomatên terorîst ên Komara Îslamî re di gotûbêjê de bûn, ku rastî êrîşa bi gulleyan a vê şandê hatin û bi destên wan û bi biryara serkirdeyên Komara Îslamî a Îranê hatin terorkirin.

Wê demê, dewleta Otrîşê bêy encamdana ti lêkolînekê li ser vê tawana terorîstî, şandeya Komara Îslamî a Îranê bi şêweyekî parastî birin balafirgehê û ji wir çûne Tehranê.

 Piştî derbasbûna 29 salan di ser vê bûyerê re, Wezareta Karûbarên Derve a DYA ji zimanê “Brian Hook” rêveberê Plandanîna vê wezaretê bi awayekî fermî ragihand: Hevya Tîrmehê a îsal, 29 sal di ser bûyerekê re derbas dibin ku rasipartiyên Îranê, li Viyenna di bin navê dîplomasiyê de rêberê partiyeke Kurdî a cudabîr û du kesên din teror kirin.

 Herwisa Wezareta Derve a Amerîkayê di pêgeha fermî a xwe de li ser internetê, belgenameyek belav kiriye ku wan cihan nîşan dide ku tê de Komara Îslamî li cîhanê kiryarên terorîstî encam dane û behsa bûyera terorîstî a 13’ê Tîrmeha 1989’an jî hatiye kirin ku Dr. Qasimlo û du kesên din li Viyenna ji aliyê dîplomatên rasipartî ên Komara Îslamî ve hatin terorkirin.

 Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştî vê terorê, li gor ku rejîma Komara Îslamî a Îranê bi başî nas dikir û bi amajeya hin kiryarên din ên terorîstî ên rejîma Tehranê ku li Ewropa hatibûn encamdan, ragihand ku rejîma Tehranê biryarder û encamdera terora “Viyenna”yê bûye. Lêbelê ji ber ku ew tawanbar ji bo Tehranê hatibûn vegerandin, hawara vê partiyê, dengvedan û lihewarhatinek li pey xwe ve neanîbû. Niha ku ev rastî ji bo dewleta Amerîkayê zelal bûye û Wezareta Derve a Amerîkayê, Komara Îslamî weke rêveberê vê terorê binav dike, em pêşwazî û piştevaniyê ji vê helwesta Amerîkayê dikin.

 Herwisa em tekezê dikin ku careke din, welatên Ewropî mijûlî danûstandinê bi Komara Îslamî re ne, û pêwîst e weke erkeke mirovî û exlaqî û herwisa ji bo parastina ewlehiya wan welatan, tevahiya tawanên terorîstî ên Komara Îslamî û bi taybetî terora “Viyenna”yê di piroseya danûstandinê de bêne behskirin. Ji ber ku rejîma Tehranê ti caran dev ji teror û kiryarên terorîstî bernedaye, û bêdengbûn li hemberî van kiryaran, rejîmê ji bo berdewamkirina wan karan han dide.

 Ji bo mînak me di rojên derbasbûyî de hewleke din a terorîstî a Komara Îslamî li Ewropa dît û hin terorîstên vê rejîmê jî li Bêljîkê û bi nav dîplomatekî din li Almanya hatin girtin û hin dîplomatên wê ji Holendê hatin dûrxistin.

Ev jî nîşan didin ku sereketirîn rêya nehêlana terorê di cîhanê de û zuhakirina koka terorê, tenê nemana rejîma Komara Îslamî ye. Tevahiya hewlên ji bo guhertina riftar û siyasetên vê rejîmê tenê zehmetên bê encam in, û bedêla wê jî xelkê Îranê, azadîxwaz û neteweyên Îranê didin û givaşên li ser wan zêde dibin.

Di 40 salên derbasbûyî de jî hemû hewlên ji bo guhertina siyaset û riftarên Komara Îslamî bê encam mane.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

18'ê Pûşpera 1397’an a Rojî

9'ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî