
Kurdistanmedia: Şandeke payebilind a PDKÎ di merasima salroja bîranîna koça dawiyê ya mamosta Elî Ebdullah de beşdarî kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî rêkefta 2`ê Xezelwera 1397`an (24`ê Çiriya Pêşîn), şandeke PDKÎ bi serperestiya rêzdar Hesen Şerefî cihgêrê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê, di rêûresma salroja bîranîna koça dawiyê ya Elî Ebdullah, sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê beşdarî kir, û her bi vê boneyê jî, peyama hevxemiyê ya PDKÎ gehande serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Ev civîna tevî serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistan, û bi beşdariya xelkeke xûya ji partiyên Kurdistanê, parlemanter û wezîran hate lidarxistin, herwisa di çend paran de, rol û xebata dehan salên xwedêjêrazî Elî Ebdullah di nav Partiya Demokrat û xizmet bi doza neteweya xwe, bilind hate nirxandin.
Hêjayê başê ye ku, şanda PDKÎ di vê merasmê de, digel komek kesayetî û serkirideyên partiyên Kurdistanê hevdîtin pêk anî, û di dawiya merasmê de jî, ji aliyê serkiridatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ve bi rêz û hurmet ve hatine birêkirin.