
Kurdistanmedia: PDKÎ derheq bidawîhatina serkevtiyane ya 15.emîn kongireya “Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê” serdana vê hizbê kir.
Roja Pêncşemiyê 8`ê Xezelwera 1397`an şandeke PDKÎ bi serperestiya Foad Xakîbêygî nûnerê PDKÎ li bajarê silêmaniyê, bi armanca pîrozbahîgotina bi “Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê” derheq bidawîhatina serkevtiyane ya 15.emîn kongireya wan, serdana nûnertiay wê hizbê li Silêmaniyê kir.
Di vê serdanê de, ew şanda PDKÎ ji aliyê heyeteke “Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê” bi serperestiya Elî şemdîn endamê Mekteba Siyasî û nûnerê wan li Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de şanda hizbê, pîrozbahiyên herî germ ên PDKÎ gotne birêz şemdîn, û hêvî xwastin ku ew serkevtinên zêdetir bi dets bixin. Herweha Elî şemdîn, pêwendiyên dîrokî ên di navbera herdu aliyan de bilind nirxanidin, û spasiya PDKÎ kir.
Kongireya 15`emîn ya “Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê” rojên 15-16`ê Çiriya Paşîn a 2018`an li bajarê Qamîşlo a Kurdistana Rojava hate lidarxistin, û Desteya Kargêrî ya PDKÎ peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî kongireya wan kir, ku birêz Hemîd Derwêş sekreterê giştî ê “Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê” di nameyeke fermî de spas li Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ kiribû.