Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Piştî 29 sal bi ser terora "Mîkonos”ê de, hêj dezgeha teror a rejîma Îranê çalak e

13:40 - 16 Îlon 2021

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 29`emîn salvegera terora “Mîkonos”ê di daxuyaniyekê de belav kir, “ger em bixwazin waneyên Dr. “Qasimlo” di waneyeke kurt de bas bikin, ev jî eva ye ku bala me bo aliyê hêzên me ve rakêşaye û em tê gihandine ku ger me bawer bixwe hebe û pişta hev bigrin, dibine xwediyê şiyaneke mezin ku kela zaliman dihejîne û ber bi nemanê ve dibe.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 29`emîn salvegera terora “Mîkonos”ê

Gelên birûmet ên Îranê!

Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê

Kadr, pêşmerge û endamên têkoşer ên PDKÎ!

32 sal berî niha dema ku terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser maseya binav danûstandinê Dr. “Qasimlo” teror kirin, Dr. “Sadiq Şerefkendî” bi zîrekatî ve rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê girte stuyê xwe û alaya xebat li pêxema bidestveanîna armancên netewa me bilind ragirt.

Ev ku li dibistana xweragirî ya Demokrat de hatibû perwerdekirin, erkê xwe bi curekê lidar dixist ku bê “Qasimlo”yî bi Hizba Demokrat ve gelek bi kêmî xuya be, her eva jî wisa kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê bê ser vê bawerê bo carek din û bi merema lawazkirina Hizba me pîlana terorkirina Dr. “Şerefkendî” darêje.

Li Sêptambra sala 1992`ê Dr. “Sadiq Şerefkendî” bi serpereştîkirina şandekê ku bi merema beşdarîkirin di 19`emîn kongereya “Înternasiyonal Sosiyalîst” de çû Alamaniyayê. Piştî bi dawîhatina karê Înternasiyonal, bi merema civînkirin digel çend kesayetî ji opozîsyona Îranî li Almaniyayê li ser çawa rûbirûyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê bin, kombûnek li restorana “Mîkonos” a Berlînê rêk xistibû.

Li 26`ê Xermanana 1371`an a Rojî (17`ê Sêptambera 1992) di dema civînkirinê de, Dr. “Sadiq Şerefkendî” Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Fetah Ebduyî” Endamê Komîteya Navendiya PDKÎ û Nûnerê Hizbê li derveyê welat, “Homayûn Erdelan” Nûnerê Hizbê li welatê Almaniyayê, “Nûrî Dêhkurdî” hevalê kevnar ê PDKÎ di wê restoranê de rastî destrêjiya gulleyên terorîstên rejîma Komara Îslamî a Îranê hatin û hatine şehîdkirin.

Ev terore ji aliyê komîteyek bilind a rejîmê ya bi navê “Komîteya Operasiyona Taybet” (Komîtê Emeliyatê Wîjê) ku ji berpirsên payebilind ên rejîma Îranê pêk hatibû, bernamerêjî û biriyar li ser dabûn.

Endamên wê komîteyê pêk hatibûn ji:

1- Elî Xamineyî, Rêberê Nîzamê 2- Haşimî Refsencanî, Serkomar 3- Elî Ekber Wîlayetî, Wezîrê Derve 4- Elî Felahiyan, Wezîrê Îtila`at û Farmandeyê Spaha Pasdaran a rejîma Komara Îslamî ya Îranê.

Dadgeha “Mîkonos” di 28`ê Oktobira 1993`ê de hate vekirin û li rêkevta 10`ê Aprîla 1997`ê hikma xwe derheq wê terorê ragihand. Di wê hikmê de îşare bi bikerên wê terorê hatibû kirin ku heman endamên “Komîteya Emelîyatê Wîjê” bûn. Piştî derçûna wê hikmê Ewropiyan gazî balyozên xwe li Îranê kirin û ew kiriyara terorîstî a wan şermezar kirin.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku li terora “Vîyen”ê de karîbû bi gef û danûstandina bazirganî digel dewleta “Otrîş”ê pêşiyê ji meşa dadgehîkirina dîplomat-terorîstên wê bigire, dixwast bi heman taktîk pêşiyê ji meşa dadgehîkirina Mîkonosê bigire û xwe û terorîstên xwe jê derbas bike, ku bi xweşî ve daxwaz û îradeya serbexweyiya dezgeha qezayî ya Almanê, bi ser gef û givaşên rejîma Komara Îslamî ya Îranê de ser kevt û dadgehê erkê xwe ê yasayî bicih gihand.

Niha ku em yad û bîra 29`emîn salvegera terora “Mîkomos”ê dikin, dibînin dezgeha teror û serkuta rejîmê herweha çalak e û rejîma Komara Îslamî a Îranê di heyama çend mehên derbasbûyî de çend hewlên terorîstî li dijî xebtakarên rêya azadiyê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve biriye ku nûterîna wan, terora “Mûsa Babaxanî” têkoşerê Demokrat bû.

Di nav cergê Ewropayê de jî çendîn pîlanên terorîstî ên rejîmê hatine pûçkirin û li çend welatên wek “Biljîk û Sûîd”ê jî terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê cezya giringehê bi ser wan de hatiye sepandin.

Fermandê Hêza Bejayiya Spaha Pasdaran “Mihemed Pakpûr” û berpirsên din ên rejîmê bi bê vê ku ti rêûşûneke navnetewî liber çav bigirin, bi zordarî ve gefa berdewamîkirina topbaran û bombebaranê dikin. Cîhana berjiwendîxwaz jî bo parastina berijwendiyên xwe, ji wan gef û yasabinpêkirinên Komara Îslamî ya Îranê de mêzeker û bêdeng in.

Di berdewamiya wê siyasetê de, rejîmê ji roja 18`ê Xermananê ve bi balafir û topxane ve êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê li çiyên Kurdistanê ku bi xweşî ve Hêza Pêşmergê Kurdistanê rastî ti ziyaneke canî nehat

Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê!

Di rêûresma alogora desthilatê de, “Îbrahîm Reîsî” Serkomarê diyarîkirî yê rejîmê ku diba ew kêmûkurî û krîzên ku pêsîra welat girtine destnîşan kiriba û rêçareya derbasbûn ji wan pêşkêş kiriba, ti îşareyek bi wan nekir û rêkarek rohn bo çareseriya wan keîzan ku berhema siyasetên çewt ên rejîmê ne û Îran ber bi karesatê ve dibe, neanî ber bas.

Li cihê wê, “Reîsî” rast hate ser kakilê wê mebesta ku wan bo destnîşan kiribû û ragihand ew “berevaniyê ji mîrata şoreşê dike û bernameyên xwe digel wê çarçêveyê diguncîne ku rêberê nîzamê mebesta wî ye”, eva jî bi wateya lihemberderketin li dijî her dengek narazî û berdewamîkirina siyasetên serkut û tundûtîjî û çalakkirina girûpên terorîstî ên wan û afirandina fitneyan  di deverê de tê.

Hevwelatiyên rêzdar!

Rejîm ji hatina serkar ve bi merema şandina “Şoreş”ê bo derve dest avêtiye bi çêkirina girûpên terorîstî li deverê û hewildan bo bidestveanîna çeka navkî.

Ev siyaseta rejîmê bi gefek eşkere li dijî welatên deverê hate destpêkirin, her lewma cîhana azad dijî wan siyasetane sekînandiye û çend sal e tehrîmên aborî ên navdewletî ên dijwar xistiye ser Îranê ku xerca wan siyasetên fitinegerî, ku zêdetir li ser rejîmê be, pêsîra xelkê Îranê girtiye.

Bandora wan dorpêçên li ser Îranê, betalî û hejariya jiastderketî bo xelkê li pey xwe aniye ku roj li pey roj xelkê ber bi hejartirbûnê ve dibe. Ew betaliye û hejariye dehan diyardeyên malvêrankirî ên civakî li pey xwe aniye û di encama wê rewşa xirab de nerizayetiya xelkê li pey wê ve hatiye û çavnihêriya berfirehbûnê jî lê tê kirin.

Rejîm ku şiyana çareserkirina krîzan û ew rewşa xirab a aborî û civakî nîne, wek hertimî penaha xwe dibe ber serkut û givaş û dixwaze bi tirsandina xelkê çend heyamek din jî desthilata xwe ya serberedayî û tirsinok berdewam bike, lê wek Dr. “Şerefkendî” di peyama peymannûkirina piştî şehîdkirina Dr. “Qasimo” de dibêje: “Ji mêje ve gotine ku qebûlkirina zilmê ji xwedî zilmê xirabtir e, ger em bixwazin waneyên Dr. “Qasimlo” di waneyeke kurt de bas bikin, ev jî eva ye ku bala me bo aliyê hêzên me ve rakêşaye û em tê gihandine ku ger me bawer bixwe hebe û pişta hevdu bigrin, dibine xwediyê şiyaneke mezin ku kela zaliman dihejîne û ber bi nemanê ve dibe.

Di çarçêveya xistinaserhev a wê vize û şiyanê de ku rêberê me ê şehîd îşare pê kiriye, hewcehiya pêkanîna bere an hevpeymaniyek siyasî ji hemû demekê zêdetir tê hiskirin.

Hizba me amade ye û têkoşîn kiriye digel tev wan hêz û saziyên “Îranî” ku armanca wan herifandina Komara Îslamî ya Îranê ye û anîna serkar a rejîmek demokratîk e ku di vir de mafê netewên Îranê bê liberçavgirtin, diyalogê bike û hevpeymanî pêk bîne.

Rohn e yekgirtina Hizbên xebatkar ên Rojhilatê Kurdistanê li pêş hemû wan hewil û têkoşanan de ye, jiber ku yekgirtina hêzên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê mafên me li hember her egerek di paşerojê de tîne gorê.

 Silav li şehîdên “Mîkonos”ê

 Rûreşî û neman bo rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya terorîst

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

25`ê Xermanana 1400`an a Rojî

16`ê Îlona 2021`an