
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq "Mistefa Selîmî" hepsiyê Kurd, rohnkirinek bo raya giştî belav kiriye.
Deqa rohnkirinê wiha ye:
Rohnkirinek bo raya giştî
Piştî îdamkirina yek ji hepsiyê revî yê di girtîgeha bajarê Seqizê de ê bi navê "Mistefa Selîmî", hejmarek ji ragihandinan, her yek ji wan bi şorovekirina xwe li lêdwanên hevalan û ragihandina Hizbê ew mesele anîne ber bas; Lewma bo agehdariya raya giştî em bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve radigehînin:
1_ Em bi tundî îamkirina Mistefa Selîmî ji aliyê rejîma Komara Îslamî a Îranê ve bi şermezar dikin.
2_Eva ku navbirî çawa hatiye binçavkirin, bi li berçavgirtina wê ku navbirî ti pêwendiyeke rêkxistinî bi Hizba me re tinebûye, ji bo me rohn nîne, lê niha ku hikûmeta Herêma Kurdiatanê, bo rohnbûna wê meselê lîjneyeke taybet pêk anîye, em bi pêngavekî bicih dizanin û em hêvîdarin ku encama lêkolîna wê lîjneyê rastiyên bûyerê derxîne.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mekteba Kargêrî
23ê Xakelêwe a 1399an a Rojî