
PDKÎ bi hikefta koça dawî ya Serheng “Simko Eliyar”, peyama hevxemiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama hevxemî ya PDKÎ
Bi hilkefta koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Kurd, Serheng “Simko Eliyar”
Bi dax û kesereke zêde ve, kesê naskirî yê gelê me, Serheng “Simko Eliyar” li roja 22ê Xezelwer a 1399an, bi sedema nexweşiyê li welatê Swêdê koça dawiyê kir û dost û xizim û kesên nêzî wî rastê xemeke nû hatin.
PDKÎ di vê derheqê de, tevî xemdarbûna xwe derheq koça dawiya wî kesayetiyê naskirî û hezkiriyê xelkê, sersaxiyê dibêje malbata wî ya rêzdar û tev endamên malbata mezin ya “Eliyar” û bi emegnasî û rêzgirtinê mêzeyê jiyan û têkoşîn û derbasbûya rêzdar “Simko Eliyar” dike, bi taybet ku ew kesayetî piştî şoreşa gelan li Îranê, ew pile û payeyên bilind li arteşa Îranê ku bi şiyan û jêhatîbûna xwe gihîştibûyê, bi cih hêla û bi hogirî û hesteke nîştimanperwerane ve tevlî refên pêşmergayetî li PDKÎ bû, û beşdarbûn li tevgera rewa ya netewa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de hilbijard û tevî Sergurd “Kerîm Eliyar”, birayê wî yê şehîd, li ser daxwaza rêberê mezin “Dr. Qasimlo” li fermandehî û rêkxistina pêşmerge de rolekî berçav hebûn.
Serheng “Simko Eliyar” bi berçavgirtina rewşa malbata xwe ku li salên berê li welatê Swêdê de rûniştî bûn, di wê rewşê de jî li warên cuda de şêwirmendê karûbarê pêşmergên PDKÎ bû û em koça dawiya wî xisarekî giran dizanin.
PDKÎ tevî nîşandana bidaxbûn û kesera koça dawî ya Serheng “Simko Eliyar” sersaxiyê dibêje malbat, dost û heval û xizmên wî û xwe bi şirîkê xema wan dizane.
Riha wî şad be û hêviya sebrê bo malbata wî
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Nivîsîngeha Kargêrî
27ê Xezelwera 1399an a Rojî
17ê Çirriya Paşîn 2020